Yekîtiya Parlementerên Kurdistanê li navenda saziya xwe ya bajarê Hewlêrê di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de Hukûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê ji rewşa ku her roj berbi xirabiyê ve diçe şiyar kir û daxwaz ji hukûmeta Herêma Kurdistanê kir ku, bêyî dem derbaz bibe deriyê sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê were vekirin û ji Kurdên Rojava re her core alîkarî were kirin.
Li Hewlêrê Serok û endamên Yeketiya Parlementerên Kurdistanê li avahiya rêkxistina xwe duh di derbarê rewşa deriyê sinor, pêkhatina Kurdan ya siyasî ya li Rojava û ambargoya ku li ser Rojava tê berdewam kirin de, ji ajansa nûçeyan ya Dîcle DÎHA’yê re nêrînên xwe anîn ziman. Parlementeran dan diyar kirin kû, pêwîste Hukûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê demek ji ya din zûtir deriyê sînor veke û tişta ji Hukûmet, partiyên siyasî û rêkxistinên civakî yên Başûrê Kurdistanê tê bi awayek lez bicih bîne.
‘PÊWÎSTE BI AWAYEK LEZGÎN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DERIYÊ SÎNOR VEKE’
Serokê Yeketiya Parlementerên Kurdistanê Nîmet Ebdûllah di derbarê ambargoya li ser Rojava, deriyê sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê de da diyar kirin ku, tu sedeman li pêşiya ne vekirina deriyê sînor nabîne û wiha berdewam kir; “Bila ji bîra me neçe ku Kurdên Başûrê Kurdistanê jî, ji ber zulim û zordariya rejima Bees ya Êraqê koçberî Bakûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê bibûn û alikariyek mezin ji Kurdên van parçeyan wergirt. Lewra divê Başûrê Kurdistanê wek hukûmet, partiyên siyasî, rêkxistinên civakî û gelê başûr wan rojan li bîra xwe bîne û bi wê hestê ji Rojavayê Kurdistanê re bibe alîkar. Divê Hukûmeta herêmê mijarên siyasî û mijarên mirovî tevlî hev neke. Niha pirsgirêka ku li Sûriyeyê derketiye pêş ji siyasî zêdetir pirsgirêkek girêdayi jiyana mirovane. Jibo vê jî pêwîste Başûrê Kurdistanê bi awayek lezgîn deriyê sînor veke û alîkariya ku ji destê wê tê ji Kurdên Rojava re bike.”
Di derbarê girîngiya mijara yeketiya Kurdan ya li Rojavayê Kurdistanê de jî Nîmet Abdullah de diyar kir ku, pêwîste Kurdên Rojava dest ji berjewendiyên siyasî yên partiyên xwe berdin ya girîng ji bo Kurdên Rojava yeketiye û wiha berdewam kir; “Yeketiya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê ji nan û av pêwîst tire eger Kurd bikaribin yeketiya xwe çêbikin tu hêz nikarin wana ji armanca wan dûrbixin. Berevajiyê vê wê Kurd li rasta encamek xemgîn werin û jovantiya dawiyê kêrî tiştekê nayê.”
‘DI MIJARA ROJAVA DE ERKÊN GIRÎNG DIKEVIN SER MILÊ HUKÛMETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ’
Endamê Serokatiya Yekgirtoya Îslamiya Kurdistan û endamê desteya bilind ya Yeketiya Parlementerên Kurdistan Xelîl Îbrahîm Mihemed jî da zanîn ku, pêwîste Herêma Başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî , rêkxistinên civakî û gelê Kurd yê Başûrê Kurdistanê bi awayek ji dil alîkariyê bide Kurdên Rojavayê Kurdistanê û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got; “Di mijara Rojavayê Kurdistanê de erkên girîng dikevin li ser Hukûmeta Başûrê Kurdistanê. Divê hukûmet di aliyê siyasî, dîplomasî û aborî de alîkarî bide şoreşa Rojava û deriyê kû di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de veke da ku gelê me bikaribe pêwîstiyên xwe bêy ku li rasta astengan werin pêkbînin.” Di derbarê koçberên ji Rojava hatine Herêma Kurdistanê de jî Mihemed da diyar kirin ku, 57 hezar Kurd ji Rojava hatine Başûrê Kurdistanê, pêwîste hukûmet alîkariya wana bike. Ji ber ku deriyê sînor girtiye gelê me yê Rojava nikarin serdana xizmên xwe bikin. Da zanîn ku, ji ber vê jî divê derî di demek herî nêzîk de were vekirin.
‘ŞOREŞA ROJAVA FIRSENDEKÎ DÎROKIYE PÊWÎSTE EM HEMÛ KURD VÊ FIRSENDÊ WINDA NEKÎN’
Endamê Yeketiya Parlementerên Kurdistanê parêzer Serdar Herkî jî destnîşan kirk u, Kurdên hemû parçeyên Kurdistanê di rojên teng de alîkariyek bê hempa dane gelê Kurd yê Başûrê Kurdistanê û wiha berdewam kir; “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê firsendek pir girîng û dîrokiye jibo gelê Rojava û hemû gelê Kurd . Di vê em Kurd hemû vê firsenda dîrokî ji dest xwe dernexîn û alikariya gelê xwe yê Rojava bikin. Pêwîste em vê ji xwe re wek erkekê netewî, nîştîmanî û mirovî bibînîn. Bi taybet jî pêwîste hukûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza alikariyê ya Rojavayê Kurdistanê nehêle li hewa û tişta pêwîst çiye bi aweyek bilez bîne cih.”
Herwiha Herkî diyar kir ku, hevdîtinên li Tirkiyeyê di navbera dewletê, Abdullah Ocalan û partiyên siyasî yên Tirk û Kurdan de tên kirin, beşeke ji xwe amadekirina jibo pêşeroja Rojavayê Kurdistanê ya piştî rejima Beşar Esad.