‘Pêwîst e DYE ji bo çareserkirina pirsgirêkan bikeve nava tevgerê’
Seroka Koma Sosyalîst-Demokratîk a Parlamentoya Ewropa û Seroka Koma Yekgirtina Çep got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd pêwîst e DYA demildest bikeve nava tevgerê.”
Seroka Koma Sosyalîst-Demokratîk a Parlamentoya Ewropa û Seroka Koma Yekgirtina Çep got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd pêwîst e DYA demildest bikeve nava tevgerê.”
Seroka Koma Sosyalîst-Demokratîk a Parlamentoya Ewropa û Seroka Koma Yekgirtina Çep got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd pêwîst e DYA demildest bikeve nava tevgerê.”
Seroka Koma Sosyalîst-Demokrat a PE Gianni Pittella û Seroka Koma Yekîtiya Çep Gabrîella Zimmer, li ser pirsên ANF, bang li DYE û komisyonan kir.
Pittella diyar kir ku ew dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêyek dadmend, aştiyane were çareserkirin û wiha got: “Pêwîst e DYA û Komisyon vê berpirsiyartiyê rake, ji ber ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkek sereke ye.”
Zimmer jî destnîşan kir ku DYA heya niha ew berpirsiyartî bi cih naniye û bal kişand ser hevpeymanên penaberan ê bi Tirkiyeyê re, wiha got: “ DYE ji bo pirsgirêka penaberan bi Tirkiyê re ji bo berjewendiyên şexsî, hevpeymanek kirêt îmze kirine. Em vê qebûl nakin û şermezar dikin. Tirkiye li gorî rêgez û qanûn, mafê mirovan, çapemeniya azad û siyaseta krîterên Kopenhagê tevnagere.”
LI HEMER KAMPA GURGUMÊ BERTEK
Pîttella têkîldarî plana kampa li Gurgumê ku difikirin tê de rêxistinkirina çeteyan pêş bixin jî wiha got: “Têkildarî mijara koçberan, Tirkiye bi YE re li hev kirine. Di vê çarçoveyê de Konseya YE, Komîsyona wê û FRONTEX berpirsiyar e. Lê, em weke PE cihên ku koçber têne bicihkirin an jî cihên ku bêne bicihkirin divê em ziyaret bikin.”
SPÎNELLÎ: ERDOGAN LI KURDISTANÊ SEFERÊN ÎMHAYÊ DAYE DESTPÊKIRIN
Berpirsa Maseya Penaberan a Koma Yekîtiya Çep a PE Barabara Spînellî anî ziman ku ji kampa li Gurgumê bê avakirin nû agahiya wan çêbûye , vê mijarê destpêkê di civîna xwe ya komê de, piştre wê di platformên cuda de bînin rojevê. Spînellî wiha got: “Erdogan û desthilatdariya xwe li Kurdistanê seferên îmhakirinê dane destpêkirin, peymana koçberan a di navbera YE û Erdogan de hatiye îmzekirin em napejirînin û em wek kom vê şermezar dikin.”
KESKAN: YE TESLÎM BÛYE!
Hevseroka Koma Partiya Keskan Phlîppe Lambert li ser navê komê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya muzakereyan çareser bibe, hemû nêrînên xwe di raporên PE’ê de bi cih kirine. Lambert têkildarî mijara koçberan jî wiha anî ziman: “Îmzekirina peymana koçberan a di navbera YE û Tirkiyeyê de kapîtulasyon e, teslîmbûn e. YE bi van peymana hemû mafê mirovan binpê kiriye, teslîmî Erdogan bûye.”