Pevgihîna Tevgerên Gel AKP/Qesr şermezar kir
Pevgihîna Gelên Dinyayê ya 3’yan li Romayê destpê kir. Di pevgihînê de girtina hevserok û wekîlên HDP’ê hate şermezar kirin.
Pevgihîna Gelên Dinyayê ya 3’yan li Romayê destpê kir. Di pevgihînê de girtina hevserok û wekîlên HDP’ê hate şermezar kirin.
Di 3. Pevgihîna Tevgerên Gel de ku li paytexda îtalyayê Romayê pêk hatî, delegehên ku ji pênc parzemînan amade bûn, bi daxuyaniyeke hevpar qirkirina siyasî ya dewleta Tirk a bi ser HDP’ê re hate şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, rojên pir taloke têne jiyîn û wiha hate gotin: ‘’Di bin rejîma Erdogan de 59 wekîlên HDP’ê bi girtinê hevrû ne. Ev wekîl bi rêyên demokratîk hatibûn hilbijartin. Ev êrîşeke giran e bi ser azadiya civakekê de. Divê em saziyên xwe û parlamentoyên xwe ji rewşê ku nayê qebûlkirin agahdar bikin û di demeke kurt de çalakiya hevgiriyê li dar bixin.
Em dixwazin di zûtirîn demê de mafên gelê Kurd werin naskirin û dixwazin ji faşîzma Erdogan re, êdî bes e, were gotin.’’
Ji hêla dî ve jî 123 delegeyên ku ji 65 welatî ne yên ku tevlî Pevgihîna Tevgerên Gel bûyin û bi Papa Françoîs re di diyalogê de ne, li dijî binpêkirina demokrasiyê ya dewleta Tirk û girtina wekîlên HDP’ê kampanyayeke îmzayan dane destpêkirin û helwesta xwe diyar kirin.
Rêxistinên ku kampanyaya îmzeyê îmze kirin wiha ne:
TEVGERA BÊAX A MST
TEVGERA EVÎA
CENTER FOR SUSTANAİBLE DEVELOPMENT
MPA BREZİLYA
TUİCO TANZANYA
ZİMSOFF ZİMABWE
SDİ NAMBİA
TORA XEBATÊ YA JINÊN CHİNEESE
JUSTİCE AND PEACE MOZAMBİK
TEVGERA JINÊN MOVİEMENTO MUJHERES COMPAZİNA
MMTC
CATHOLİC WORKERS ZELANDAYA NÛ
PAX CHRİSTİ İTALYA
REFUGEE WELCOME
SİNN FEİN
CTEP ARJANTİNA
LİBERA BREZİLYA
JRSL BANGLADEŞ
PAH
PDPMM FİLİPİN
MAPA KOLOMBYA
ARENA
FAİNA TOGO
PİCO ABD
VİA CAMPASİNA GUATEMALA
CEE İSPANYA
ALEX ZANOTELLİ MİSYONER
CMİOBS BOLİVİYA
KOMARA DEMOKRATÎK A SOFEPADİ KONGO
SPİ ENDONEZYA
SKEDİA YUNANİSTAN
PROJEYA PERWEDEHIYA YA GEL A POPULAR EDUCATİON A DYA
TEVGERA KARKERÊN XIRISTIYAN ÊN CÎHANÊ
GANA
RELİANCE MISIR
JI SAZIYA OLÎ YA ÎTALYAYÊ DON FRANSİSCO FİORİNO
BAWP MEKSİKA
SİNTRA COPPA KOSTARİKA