Pevçûnên li Kobanê li navenda bajêr dewam dikin

Pevçûnên li Kobanê li navenda bajêr dewam dikin

Di çalakiyên YPG/YPJ'ê yên nuqteyeke din a kolana Şaredariyê ya Kobanê ji çeteyan hat paqijkirin û 3 çete hatin kuştin. Di operasyona li başûr û başûrrojavayê Serêkaniyê de jî 8 çete hatin kuştin. Di vî şerî de şervanekî YPG'ê jiyana xwe ji dest da.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê ragihand, ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi armanca dagirkirina Kobanê dane destpêkirin, di roja 67. de dewam dikin. Navendê da zanîn ku li navenda bajêr, pevçûnên di navbera hêzên YPG/YPJ û komên çete de bi dijwarî didomin.

Di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê de, der barê pevçûnên dawî yên li Kobanê û operasyona li başûr û başûrrojavayê Serêkaniyê de, ev agahî hatin dayîn:

LI KOLANA ŞAREDARIYÊ NUQTEYEK JI ÇETEYAN HAT PAQIJKIRIN

"Li eniya rojhilat, li deverên Sukul Hal, kolana şaredariyê û meydana azadiyê, şerê ku şevê din saet 23'an de, di navbera hêzên me û komên çete de destpê kir, heta saetên sibehê dewam kir. Li kolana şaredariyê, hêzên me êrîşên dijber pêk anîn, nuqteyeke ku çeteyan dagirkiribûn hat rizgarkirin û bi qasî ku hatiye tesbît kirin 3 çete hatin kuştin. Li meydana azadiyê û Sukul Hal'ê jî hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.

Li eniya başûr jî şevê din, di navbera komên çete û hêzên me de li hin deveran şer derket. Li vê herêmê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zalalkirin.

OPERASYONA LI SERÊKANIYÊ DEWAM DIKE

Operasyona hêzên me li başûrrojava û li başûrê Serêkaniyê jî dewam dike. Komên çete, ji bo rawestandina pêşveçûna hêzên me, şevê din, li gundê Menacirê yê 20 kîlometro li başûrê Serêkaniyê, hewldan êrîş bikin. Piştî ku şervanên me bersiva tund dan şerekî dem kurt derket û êrîşa çeteyan hat têkbirin. Di şerê li vê herêmê de bi qasî ku hatiye tesbîtkirin 3 çete hatin kuştin û 7 çete jî birîndar bûn.

Di vî şerî de hevalekî me bi lehengî şer kir û gihişt şehadetê.

Heman şevê, li devereke nêzikî herêma şer, du komên çeteyên DAIŞ'ê li hevdû dan. Ev komên çete demeke dirêj şerê hevdu kirin û li gorî agahiyên hatine wergirtin 5 çete hatine kuştin."