BI DÎMEN

Qasim Engîn: Fermandar, kedkar û fîlozofekî şoreşger

Gerîla Nûdem qala Şehîd Qasim Engîn kir û got, "Hevalê Qasim xwe gelekî bi pêş xistibû. Carna fermandar carna jî kedkar, mamoste, fîlozof bû. Kesayetiyeke şoreşgerî bi xwe re afirandibû, şoreşgerekî profesyonel bû."

QASIM ENGÎN

Gerîla Nûdem şehîd Qasim Engîn bi bîr anî û anî ziman ku vegotina hevrêyekî weke wî gelekî zehmet e. Gerîla Nûdem got, "Ji bo şehîd Qasim Engîn sînor tine bû. Di sala 2016'an de di nava karên çapemeniyê de mein şehîd Qasim nas kir. Dema ku min ew destpêkê dît, ji ber rêbaz û sekna wî min ji xwe re got, 'Teqez heval ji Botanê ye'.

Dema ku me sohbet kir, qala gundê me kir û got, 'Ez çûm wî gundî, min ava wê vexwar'. Piştre jî dewam kir, 'Meraqan neke, min li şûna te jî vexwar'. Dûre hîn bûm ku hevalê Qasim demeke dirêj li herêma Botanê ma, hem herêmê hem jî gelê Botanê bandoreke mezin lê kiriye.

Ji ber vê yekê gelekî qala bîranînên xwe yên têkildarî Botanê dikir. Me bi vî rengî hevdu nas kir û demeke dirêj em bi hev re xebitîn. Jİ xwe bi demê re me hevdu hîn baştir nas kir."

'DEQEYEK WÎ JÎ VALA DERBAS NEDIBÛ'

Gerîla Nûdem anî ziman ku her gava şehîd Qasim nas kir, taybetmendiyên wî yên cuda jî nas dikir û got, "Şehîd Qasim kesayetekî gelekî balkêş bû, bi zarokan re dibû zarok, bi mezinan re dibû mezin. Ji rêbaz û sekna Rêber Apo gelek sûd wergirtibû û tişta hîn bûbû bi derdora xwe re jî parve dikir.

Di kesayetiya hevalê Qasim de taybetmendiyeke welê hebû ku mirov ber bi xwe ve dikişand. Mînak, di kesayetiya Kurd de eger pirsgirêkek hebe bi giranî ya pê re mijûl nabe yan jî em gilî dikin. Lê belê şehîd Qasim ne bi wî rengî bû. Dema ku me digot, 'Bi vî kesî re gelek pirsgirêk hene, ev aliyê xwe nabe', wî dikir ku ew kes ji pirsgirêkan rizgar bibe û bi rengekî cuda tevlî bibe.

Yek ji taybetmendiyên hevalê Qasim ku bandor li min kir, ev bû. Ji ber ku gelekî ked dida mirovan. Mirov weke nirxekî didît, ked dida, hezkirina xwe nîşan dida, kesayetiya xwe bi vî rengî ava kiribû. Gelekî xebatkar bû, deqeyeke xwe jî vala derbas nedikir."

'BI HEZARAN GERÎLA PERWERDE KIR'

Gerîla Nûdem anî ziman ku şehîd Qasim di mijara naskirina mirovan, nirxandina mirovan û sosyolojiya dîrokê de gelekî kûr bû û got, "Şehîd Qasim di mijara dîroka Kurdistanê de gelekî zane bû. Bandora mêtingeriyê ya li ser kesayetiya Kurd baş tespît kiribû û ji bo vê yekê di kesayetiya hevalên xwe de bişikîne bi hezaran kadro perwerde kir. Navê pirtûka 'Dîrok niha ye' ya Şehîd Qasim gelekî bi wate ye; di heman demê de gotineke Rêber Apo ye. Rêber Apo ji bo têkoşîna gelan ev nirxandin kir. Dikarim vê bibêjim, hevalê Qasim navê ku li vê pirtûkê kir bi jiyana xwe derbasî meriyetê kir.

Gelekî zindî û enerjîk bû; li cihê xwe nedisekinî, timî ya dixwend, yan jî bi tiştekî din mijûl dibû. Ev enerjiya wî ti carî vala nediçû, ji bo armancekê bi kar dianî. Bi coşa ji dîroka Kurdistanê wergirtî, gotina 'Dîrok niha ye' ya Rêbertî hem di tespîtên siyasî hem jî di tespîtên civakî de gelekî bi kar dianî. Şehîd Qasim di heman demê de perwerdekarekî mezin bû."

'BI SAXÎ BÛ EFSANE'

Gerîla Nûdem diyar kir ku ji bo wê şensekî mezin bû ku şehîd Qasim na kir û got, "Hevalê Qasim hîn sax bû di nava hevalan de bûbû efsane. Têkoşîna ku di salên 1990'î de li Nûrhaq, Amanos û Bînbogalarê meşand, weke efsaneyekê dihate vegotin. Piştre jî li her devera ku diçû, qala wî dihate kirin. Bandor dikir.

Ev taybetmendî hemû bi hevalê Qasim re hebû, taybetmendiyên civakî bû, bi vî rengî dijiya. Civakîbûn tê wê wateyê ku bi her awayî li ser pêwîstiyên civakê bifikire, li gorî vê yekê siyasetê bimeşîne, rê û rêbazên guncaw peyda bike. Ev taybetmendî hemû li gel hevrê Qasim hebû û ev kûr kiribû.

Dikarim vê bibêjim, ku hevalê Qasim xwe ji gelek aliyan ve bi pêş xistibû. Carna fermandar bû, carna jî kedkar, mamoste, fîlozof bû. Kesayetiyeke şoreşgerî di şexsê xwe de ava kiribû. Şoreşgerekî profesyonel bû."