Pevçûnên li Eşrefiyeyê didomin: Sivîlek jiyana xwe ji dest da

Pevçûnên li Eşrefiyeyê didomin: Sivîlek jiyana xwe ji dest da

Li taxa Eşrefiyê ya Helebê ku piraniyê şêniyên wê kurdin pevçûnên ku duh di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de dest pê kiribûn hê didomin. Welatekî kurd ê sivîl jiyana xwe ji dest da.

Li taxa Eşrefiyê ya Helebê pevçûnên duh di navbera YPG'ê û hêzên rêjîmê de ku li derdora xaçeriya yekem û ya duyem destpê kiribûn, li derdora xaçeriya duyem hê didomin. Di pevçûnên ku ketine roja xwe ya 2'emîn de welatiyek kurd ji Kobanê ji aliyê segvanên rêjîma Bass ve hate sîûqestkirin û jiyana xwe ji dest da. Her wiha hêzên rêjîmê ji duh êvarê ve, taxa Eşrefiyê û Benî zêd carcarna topbaran dikin.

Di pevçûnên duh ku rûdabûn çend leşkerên Sûryeyê û alîgirên wan hatibûn kuştin.