Pêşniyarên çareseriyê di konferansa PE’yê de tên gotûbêjkirin

13’emîn Konferansa Kurd a li Parlementoya Ewropayê dewam dike.

Di rûniştina konferansê ya piştî nîvroyê de bi panela bi sernavê “Kurd, ji bo gûherîna li Tirkiye û Rojhilata Navîn bernameya polîtîk” dewam kir. Di rûniştinê de Parlementerê Hollandayî Johannes de Jong got: “Serkeftinên li Rojava hatin bidestxistin mucîze ne. Di serkeftina konfederalîzma demokratîk de nuqteya esas azadiya hişmendiyê ye.”

Di panelê de ewilê ji Scholar at the Amerîcan Entreprîse Înstîtûleyê Mîcehael Tûbîn axivî.

Rûbîn wiha got: “Kurd ji bo ku daxwazên xwe bixin meryetê, divê piştgiriya Rojava bigrin. Çi dixwazin, ji bo hedefên polîtîk, xebatên hestyariyê yê Ewropa û DYA’yê maye li ser milê Kurdan. Eger ku Kurd dixwazin bi ser bikevin, pirsgirêk ne rast û çep e. Tenê hişyarkirina çepên polîtîk têrê nake, divê rastgiriyê jî hestyar bikin.”

Rûbîn destnîşan kir ku dema ku YDA’yê besa Kurdan dikin Mesûd Barzanî tên hişê wan, Kurd tenê bi çend kesna nayê îfadekirin.

 ‘BÛYERÊN KU LI TIRKIYEYÊ TÊN MEŞANDIN DIKARE BIŞIBÎNÎNÎN ŞERÊ NAVXWEYÎ?

Profeserorê Hiqûqa Zanîngeha Londrayê Dr. Bîll Bawrîng jî axivî û ev tişt anî ziman: “Kurd ji sala 1992’an û vir ve di çarçoveya Projeya Mafê Mirovan de serlêdana ji bo DMME’yê pêk nehatiye. Min gelek doz bire DMME’yê. Divê ev kirîter ji berê ve bên piştrastkirin. Ev çi demê, di kijan şertan de, kirîter bên bi cih anîn, bi karanîna çekan, zêdebûna şer, dîsa ji bo xwepêşandanên di nava xwe de jî hêzên bi çek ên xwe bi ser wan de birine? Ya duyemîn jî, divê bê piştrastkirin ku ji aliyê dewletê ve zext û çewisandin li ser xwepêşanderan hatiye meşandin an ne, ya sêyemîn jî li ser xeleka fermana xwepêşanderan tevger kirin. Statûya Roma jî heye, statûya Roma yak u ji aliyê dîwana edaleta navneteweyî ve hatiye avakirin jî heye.”

Bowrîng anî ziman ku di navbera PKK’ê û dewleta Tirk de şer heye. Bowrîng bibîr xist ku PKK li gorî mercên şer ên qada navneteweyî tevgert dike û ev yek jî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hateye erêkirin.

Bowrîng diyar kir ku şerê tê meşandin dişibe şerê navxweyî, mînaka Çeçenîstanê da.

‘SURYANÎ, ASURÎ JÎ DI SALA 1915’AN DE HATIN QETILKIRIN’

Nûnerê Yekîtiya Suryanî ya Ewropayê Metîn Rhawî de jî axifî. Rhawî got: “Em Asurî, Suryanî ne. Ji ber ku em komekî biçûk in heta niha gelek caran li ber çavan nehatine girtin. Rhawî diyar kir ku di beşekî mezin ê dîrokê de tenê bûyerên bi êrş pêk hatin.

Rhawî bibîr xist ku di salal 1915’an de hatin qetilkirin. Rhawî destnîşan kir ku Êzidî, Kurd, Asûrî, Sûryanî tên wateya kêmenetewiyê. Tim li ser van kêmenetewan gotûbêj tê kirin û wiha got: “Ti demê maf nehatiye dayîna van gelan.”

Rhawî diyar kir ku di şerê îro tê meşandin de deh hezar, sed hezar kes jê bandor bûne, tevî cudahiya nîjad, cudahiya çandê jî divê li gel yek jiyan bikin li ser axaftinên xwe zêde kir. Rhawî diyar kir ku kesên bi “Gawir” tên bi navkirin ji aliyê çeteyên DIŞÊ’ê ve tên qetilkirin, hinek desthilatdarî jî navên DAIŞ’ê kar tînin û li ser gelan zextê didin meşandin.

Rhawî diyar kir ku divê li herêmê çareserî bê dîtin û wiha axivî: “Ya girîng ji bo beşê ku weke kêmenetew tên binavkirin bingehekî hevrejiyanê bidin afirandin. Dibe ku navê vê xweserî jî be. Divê em ders ji dîrokê bigirin, piştgiriyê bidin yek.”

Rhawî anî ziman ku îro dibêjin “Pirsgirêka Kurd” lê, ne “Pirsgirêka Kurd e”, “Pirsgirêka AKP’ê” heye, pirsgirêk, pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê ye.

‘PIRSGIRÊKA QIBRISÊ BI RÊYA FEDARATÎF WÊ BÊ ÇARESERKIRIN’

Parlementerê PE’yê yê Qibrisê Taksî Hacdjîgeorgîonû jî bi vê pirsê “ Pirsgirêkên ku li Qibrisê tên pêşiya me bi çi ve girêdayiye?” dest bi axaftinê kir. Hacdjîgeorgîonû, Qibris di nava hemû pirsgirêkan de ye. Divê ji bo çareseriya van pirsgirêkan rêyekî ya çareseriyê bê dîtin û wiha got: “Hinek Qibrisî dibêjin ku mafê wan ê welat birêvebirinê heye. Lê li aliyê din rê nadin ku Kurdên li welatê xwe xwe bi rêve bibin. Li vir Tirkiye dikeve nava çewtiyan. Dema ku em bifirkirin ku wê pirsgirêkên Qibrisê çawa çareser bibin, li cîhanê her tirş bi xirabiyê ve diçe, gotina ku wê li Qibrisê çareseriyek pêk were çi qas rast e, wê bersivêa vê dem û dîrok bide.”

JONG: SERKEFTINÊN LI ROJAVA MÎNA MUCÎZEYANE

Endamê Tevgera Siyasî ya Xiristiyan a Ewropa Johannaes de Jong anî ziman ku têkildarî şerê Mûsil xebat tên meşandin, bal kişand ser hevkariya têkoşînê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê. Jong destnîşan kir ku derfet hene ku PYD, Sûryanî û Êzidî hevkariyê bikin.

Jong diyar kir ku 4 bûyer pêk hatine ku bingehê çamda azadiyê ya li Rojava hate danîn û got: “Ez bi saya van ezmûnên xwe di heman demê de bûm feminist. Ji derveyî tiştên ku hevjî û dayîka min fêrî min kiriye, min tiştek din fêr bûm. Ya duyemî jî, dema ku dostên min ên xiriestiyan vê dibihîzin bir matmayî dibin, li Rojava azadiya baweriyê hate avakirin.

Jong bal kişand ser girîngiya xwerêveberiyê û bi saya xwerêveberiyê jin bûn xwedî hêz.

Jong destnîşan kir ku destkeftiyên li Rojava hatin bidest xistin mucîz e ne û wiha got: “Di serkeftina konfederalîzma demokratîk de nuqteya esas azadiya hişmendiyê ye”

Runiştin bi pirs û bersivan dewam dike. Wê di rûniştina bê de encamnameya konferansê bê eşkerekirin.