Pêşmergeyên YNK’ê gihiştin Çiyayê Hemrîn
Pêşmergeyên YNK’ê gihiştin Çiyayê Hemrîn
Pêşmergeyên YNK’ê gihiştin Çiyayê Hemrîn
Hêzên Pêşmergeyan û artêşa Iraqê li Qaratepe û gundên derdorê li dijî çeteyan vê sibehê operasyon dan destpêkirin. Pêşmergeyan gelek qadên ku ev demeke dirêj bû di destê DAIŞ’ê de bû rizgar kirin û her wiha gihiştin sînorê herî başûr ê Çiyayê Hemrîn.
Hate hînbûn ku gundên ku vê sibehê di operasyonan de ji çeteyan hatine girtin Bayize, Comêle, Tinêre, Sose`Îdo û Ebû Ubeyde ye. Piştî rizgarkirina van gundan pêşmergeyên girêdayî YNK’ê ber bi başûr ve meşiyan û gihiştin Çiyayê Hemrînê.
4 GUNDÊN DIN HAT RIZGARKIRIN
Hate hînbûn ku hêzên girêdayî YPG’ê di saetên din de 4 gund û her wiha artêşa Iraq û dildarê Şîî jî 3 gund rizgar kirine.
Gundên ji aliyê hêzên Kurd ve ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin wiha ne; Tirfayiye, Ayon El-Leyl, gundê Cibor El-Aarê. Gundên ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin rizgarkirin; Seraf, Awamêr û Sarî Tepe.
Li aliyê din jî Şaredarê Karatepeyê Rehîm Azîz, got ku 14 gundên din jî ketine bin kontrola pêşmergeyan.