PES û S&D’ê xwest Demîrtaş serbest were berdan

Serokê Partiya Sosyalîstên Ewrûpayê (PES) Sergeî Stanîshev û serokê Koma Sosyalîst û Demokratên Parlementoya Ewrûpayê (S&D) Ûdo Bûllman xwestin bila namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş serbest were berdan.

Stanîshev û Bûllman daxuyaniyeke nivîskî weşandin û gotin “Li ser navê têkoşîna mafên mirovan em dixwazin hevserokê giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş serbest were berdan.”

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser vî tiştî, ji bo ku Demîrtaş bi awayekî azad karibe xebatên hilbijartinê bike, divê hilbijartin bi awayekî adilane bidome.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin.

“Tirkiyê divê li gorî standardên navneteweyî yên endamtiya Konseya Ewrûpayê û Yekîtiya Ewrûpayê hilbijartinan pêk bîne. Ji bo vî tiştî jî ji bo ku hemû namzet karibin bi hêsanî kampanyayê bi rê ve bibin divê hemû hilbijêr karibin dengê xwe bidin û çapemenî bi awayekî azad karê xwe bike. Ji bo vî tiştî jî divê Rewşa Awarte were rakirin û astengiyên li ser dengdanê werin rakirin. PES û Koma S&D di vê kampanyaya hilbijartinê de HDP û CHP di nav de piştgiriyê dide hemû hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê.”