PES: Bila Tirkiye êrîşên xwe bisekinîne, ji Efrînê derkeve

Partiya Sosyalîst a Ewropa bang li dewleta Tirk kir ku bila êrîşên xwe yên hovane li ser Efrînê rawestîne û ji derdora Efrînê vekişe.

Serokatiya Partiya Sosyalîst a Ewropa (PES) îro têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi ser Efrînê ku gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane, daxuyaniyeke nivîskî  da.

‘DEWLETA TIRK ÇARESERIYÊ DIKUJE’

Daxuyaniya PES’ê wiha ye; “Îsal heftemîn salvegera şerê trajîk ê li Sûriyeyê ye. 7 sal derbas bûn lê hê şer xelas nebûye. Zêdetirî 50 roj in, artêşa Tirk bi piştgiriya çend komên cîhadîst êrîşî bajarê Efrîn û eyaleta di bin kontrola Kurdan de dike; rewşa heyî bandoreke neyînî li hewldanên çareseriyê dike.

‘NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Pêdiviya Tirkiyeyê ya ji bo parastina ewlehiya welatiyên li nêzî sînorê Sûriyeyê em dizanin; lê belê êrîşên li dijî Bakurê Sûriyeyê ku ya gelek netew, rêveberiya xweser a demokratîk lê dijîn,nayê qebûlkirin.

‘WINDAHIYÊN SIVÎLAN GELEK IN’

Êrîşa bi ser Efrînê faîlên dramatîk yên leşkerî zêde kirine. Weke PES em bi bîr tînin ku bi awayekî cidî gelek raporên têkildarî windahiyên sivîlan û jiyana bi sed hezaran welatî jî nava rîskê de ye. Em daxwaz dikin ku sivîl bêne parastin û rêz ji hiqûqa mirovî re were girtin.

‘BIRYARA NY JI BO EFRÎNÊ JÎ DERBAS DIBE’

Çalakiyên hikûmeta Tirk yên li Bakurê Sûriyeyê bi tundî şermezar dikin û li gorî hiqûqa navnetewî divê alîkariyên mirovî û tibbî bê kirin û tehliyekirina sivîlan pêk were û bi armanca pêkanîna biryara NY 2401, şer ji bo 30 rojan ji bo hemû aliyan were rawestandin. Biryara NY ji bo Efrîn û herêma wê jî derbasdare.

‘ÊRÎŞAN BIDIN SEKINANDIN, DERBIKEVIN’

Em bang li Enqereyê dikin ku êrîşan bidin rawestandin û ji Efrîn û derdora wê derbikeve. Tirkiye weke yek ji garantorên pêvajoya Astanayê ji bo aştiya li herêmê bi rolê çêker yê mûzakerên siyasî rol bigire, ne bi çekan. Em ji serneketina pêvajoya aşitiyê ya li Tirkiyeyê bi fikar in û em bang li hemû aliyan dikin ku ji bo jiyanê rizgar bikin, hevkariyê bikin.”