Pêş 19 salan Ozgur Ulke hat bombe kirin
Pêş 19 salan Ozgur Ulke hat bombe kirin
Pêş 19 salan Ozgur Ulke hat bombe kirin
Rojnameya Ozgur Gundem xebatkarê weşanê Ersîn Yildiz ku di şeva navbera 2-3’ê Kanûna 1994’an di dema bombe kirina buruya rojnameya Ozgur Ulke a li bînaya navendî a Kadirga ku jiyana xwe ji dest da wê bi bîr bîne.
Ozgur Ulke ya ku bi fermana Serokwezîra demê Tansu Çîller û Saziya Ewlehiya Giştî (MGK) hate bombe kirin, bîranîna ku sibê di saet 11.00’an de li pêş bînaya navendî wê demê li Kadirga pêk were, wê ji berpirsên teqînên ku faîlên wan diyar lêpirsîn were xwestin.
Çanda çapemeniya azad di sala 1990’an de bi rojnameya Yenî Ulek ku heftane derdiçû destpê kir. Ev kerwanê ku bi derketina Ozgur Gundem’ê di sala 1992’an de berdewam kir li rexmê hemû polîtîkayên tûndî, çewisandin, qetilkirin û bombe kirinê mezin bû gihişte van rojan.
Ozgur Ulke ku di sala 1994’an de çanda çapemeniya azad dewir girt bînaya wê ya navendî a li Kadirga Stenbolê li gel buruya Cagaloglu û buruya li Enqereyê di şeva 3’ê Kanûnê de hemwext hatin bombe kirin.
Di encama bombe kirinê de Ersîn Yildiz yê ku di rojnamê de di xebitî jiyana xwe ji dest da. Di êrişê de gelek xebatkarên rojnamê birîndar bûn û bînaya rojnamê êdî bi kêr karanînê ne hat. Xebatkarên çapemeniya azad piştî bombe kirinê bê rawestan ji bo rojnameya ku roja piştî wê derbikeve milên xwe hildan.
Li rexmê ku di navberê de 19 sal derbaz bûye jî faîlên van êrişan ne hatine lêpirsîn kirin. Bombe kirin bi belgeyan derket ku bi fermana Tansu Çîlerê pêk hatiye.
76 XEBATKARÊN ÇAPEMENIYA AZAD HATIN QETIL KIRIN
Piştgiriya çapemeniya sosyalîst ku ji bo Çapemeniya Azad buru û amêrên xebîtînê pêşkêş kir Ozgur Ulke roja piştî wê bi 4 laperan bi manşeta “Ev agire dê we jî bi şewitîne” gihişte destê xwandevanê xwe.
Ji roja ku yekem çanda Çapemeniya Azad yekem rojnameya derxistiye ji 50 rojnameyên rojane û heftane, bi derxistina êrişan a holê derket. Ji sala 1990’an heya niha di ser 30 nûçegihanî re herî kêm 76 xebatkarên çapemeniya Kurd hatin qetil kirin. Ji gel vê bi dehan rojname bi sed caran hate girtin.
Hîna jî bi dehan rojnamenûs di girtîgehan dene. Li gorî Platforma Piştgiriya Rojnamenûsên Girtî di 24’ê Cotmehê de jê 5 xwediyên îmtiyaz û rêveberên karên nivîsînê di navde 65 rojnamenûs di girtîgehan debûn.