Pervîn Buldan: Piştî bersiva KCK'ê em ê dîsa biçin Îmraliyê

Pervîn Buldan: Piştî bersiva KCK'ê em ê dîsa biçin Îmraliyê

Cîgira Serokê Koma BDP'ê û Parlementera BDP’ê ya Îdirê Pervîn Buldan ku 23yê Sibatê, 18ê Adarê û 3yê Nîsanê bi heyeta BDP’ê re çû Îmraliyê û bi Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, got: “Piştî bersiva KCK'ê em ê dîsa biçin Îmraliyê.”

Cîgira Serokê Koma BDP’ê ku di her sê heyetên BDP’ê yên ku çûn Îmraliyê de cih girt, ji bo nameya Ocalan bigihîne rayedarên Kurd ên li Ewropayê hate Brukselê û li wir tevlî bernameyek a Nûçe TV bû.

Buldan, diyar kir ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo rêveberiya KCK’ê nameyek nû nivîsandiye û niha hevserokê wan Demîrtaş û parlementer Sirri Sureya Onder name birine Qendîlê.

Li gorî agahiyên ku Buldan dane, piştî ku KCK’ê bersiva nameya Ocalan şand wê heyeta pêncemîn a BDPê dîsa biçe Îmraliyê.

Pervîn Buldan diyar kir  ku  Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd planekî ji sê merheleyan amade kiriye û berfirehiya vê planê di nameyên xwe de nivîsandiye. Li gorî vê yekê, di merheleya yekemîn de sazkirina komîsyona aqilmendan û pêve girêdayî sazkirina komîsyona hiqûqê.

Pervîn Buldan destnîşan kir ku, sazkirina vê komîsyonê wê di rojên pêş de were rojevê û her wiha bal kişand ser hewldanên sazkirina komîsyona lêkolînê ya li Meclîsê û zimanê AKPê yê derbarê vê mijarê de jî rexne kir.