BI DÎMEN

TAJÊ’yê xwest nasnameya 19 jinên Êzidî yên li Mûsilê hatibûn şewitandin were zelalkirin

TAJÊ bi daxuyaniyekî 19 jinên Êzidî yên li Mûsilê di fermanê de dîl ketibûn destê DAÎŞ’ê û zindî zindî hatibûn şewitandin bi bîr anî û ji Iraqê xwest ku nasnameya jinên hatibûn şewitandin zelal bike û çeteyên di vê kiryara hovane de cih girtine ceza bike.

Di encama fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de bi hezaran jin û zarokên Êzidî ketibûn destê çeteyên DAÎŞ’ê. Beşeke mezin a jinên dîl ketî dibirin Mûsilê. 19 jinên Êzidî yên qebûl nekirin baweriya xwe biguherin û bibin Misilman, di Hezîrana 2016’an de li meydaneke Mûsilê di nava qefesekî de zindî zindî hatin şewitandin.

TAJÊ’yê her sal van jinên berxwedêr bi gotina Êzidiyan, ‘’Ser dan, sir nedan’’ bi bîr tîne û daxwaza darizandina çeteyan dike.

TAJÊ’yê îsal jî bi daxuyaniyekî van jinên berxwedêr bi bîr anî. Daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ’yê Sûham Şengalî ve hate dayîn.

Di daxuyaniya çapemeniyê de daxwaznameyek pêşkêşî hikûmeta federal ya Iraqê tê kirin û tê xwestin nasnameya van jinên hatine şewitandin were zelalkirin û eşkere kirin.

Her wiha TAJÊ’yê di daxuyaniyê de hem banga rizgarkirin û zelalkirina çarenûsa hezaran jinên di destê DAÎŞ’ê de dike, hem jî daxwaza cezakirina çeteyên DAÎŞ’ê yên hovîti û sûcê qirkirinê pêkanînê dike.

Berfirehiya daxuyaniya TJA’yê wiha ye;

‘’Êzidiyatî yek ji kevintirîn baweriya li ser axa Mezopotamyayê ye. Ji bo ev çand û baweriya kevnar ya civaka me ji holê rakin, bi zihniyeta baviksalarî a deshilatdar di 74 fermanên ku li ser civaka me Êzidî de hatine jiyan kirin, her dem jina Ezidî hedef hatiye girtin.

HÎNA ÇARENÛSA BI HEZARAN JINÊN ÊZIDÎ DIYAR NÎNE

Çeteyên DAÎŞ’ê 3/08/2014 fermana 74’an bi ser civaka Êzidi li Şengalê pêk anî. Bi hezaran Êzidi ji cih û warên xwe koçber bûn, hatin kuştin û dilgirtin. Di vê fermana mezin û giran de qûrbaniya herî zêde jin û zarok bûn. Çeteyên DAÎŞ’ê bi hezaran keç û jinên Ezidî revandin, di bazarên weke Mûsil û Reqayê de firotin, tecawiz kirin û qetil kirin.

Mirovên Ezidĩ yên ku dil hatin girtin bi zorê ji baweriya wan a Êzidyatiyê dûr xistin û ola Îslamiyetê li ser wan ferz kirin. Heya niha çarenûsa bi hezaran jin, zarok û mirovên Êzidî yên di destê çeteyên DAÎŞ’ê de, ne diyar e.

DI 19 HEZÎRANA 2016’AN DE JIN HATIN QETILKIRIN

 Di Hezirana sala 2016’an, di meha remezanê de çeteyên DAÎŞ’ê 19 jinên Ezidî ji ber ku dev ji baweriya xwe Êzidiyatiyê bernedan, jiyana koletiyê red kirin û qebûl nekirin ku rojiyan bigrin, despêkê wan li kolanên Mûsilê gerandin piştre bi sedan kesên sivîl kom kirin û di qefesên hesinî de wan jinên Ezidî zindî şewitandin. Ev bûyera hovane ku li tu devera cîhanê nehatiye dîtin ji dinyayê re da diyar kirin ku DAÎŞ rêxistinek herî hov û barbar a vê sedsalê ye.

HEMÛ ŞEHÎDÊN FERMANÊ HATIN BIBÎRANÎN

Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ ) di 9’emîn salvegera şewitandina 19 jinên Êzidi ên berxwedêr de, di şexsê wan de hemû şehîdên fermanê bibîrtînin û bi hurmet bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin. Em dibêjin bi têkoşîm û berxwedanê em ê hesabê vê bûyerê û fermana 3.8.2014’an ji dijmin bixwazin.

‘ŞEWITANDINA JINAN TÊ WATEYA QIRKIRINA JINAN’

Şewitandin ango qirkirina jinan tê wateya şewitandin û qirkirina jiyanê. Ev kiryarên DAÎŞ’ê derveyî exlaq û wijdanê mirovahiyê ye û derveyî zagonan e. Bêguman, ev bûyera bi êş hêrsa me li hemberî dijmin mezin dike. Heya niha nasnameya 19 jinên Êzidî nehatiye eşkere kirin û ti lêkolîn li ser nehatiye kirin. Heya vê kêliyê hikumeta Iraqê, saziya mafê mirovan, saziyên jinan her wiha civaka navneteweyî di nav bêdengiyekê de ne û helwestek cidî nîşan nedane.

BANGA LI HIKUMETA FEDERAL YA IRAQÊ Û DAXWAZNAME

Em tevgera azadiya jinên Ezidî ji bo ev bûyera giran a şewitandina 19 jinên Ezidi li Mûsilê bêhesap û veşartî nemîne, her wiha ji bo têkoşîna edalet û demokrasiyê bilindtir bibe di serî de em bang li hikumeta Iraqê, bang li tevahî saziyên jinan, mafê mirovan û giştî civaka navneteweyê dikin ku bi erk û berpirsyartiyên xwe yên wijdanî û mirovî rabin. Li ser vî esasì em vê daxwazê dikin:

Nasnama 19 jinên Êzidî bên zelal kirin û eşkere kirin, çeteyên DAÎŞ’ê bên darizandin, taybet hikumeta Iraqê, dewletên navneteweyî ve hewldanek cidî bê pêş xistin û berpirsyartiyên xwe yê mirovî û wijdanî pêk bînin.’’