Pergala Îranê kesên bêling jî neçarî kasibkariyê kir
Pergala Îranê kesên bêling jî neçarî kasibkariyê kir
Pergala Îranê kesên bêling jî neçarî kasibkariyê kir
Heta niha bênavber nûçe û agahiyên karwanciyên ku her roj li Rojhilatê Kurdistanê bi birîndarbûn, kemîn û kuştinê re rû bi rû dimînin tên. Lê vê carê ne tenê kuştin û birîndar bûn, kasibkarê bi navê Yûnis Feyzî ê ji Rojhilatê Kurdistanê bajarê Pîranşehîr ê di encama teqandina mayînekê de her du lingên xwe wenda kirine, neçar maye ku sînorê du welatan derbas bike ji bo debara jiyana xwe û malbata xwe kasibkariyê bike. Bi ew rewşa xwe ve jî sînorê Rojhilatê Kurdistanê derbas dike û tê baran ji Başûrê Kurdistanê dibe. Karwanciyê ku bi mirinê re têkoşîna jiyanê dide û di cihê lingên xwe de destên xwe bi kar tîne wiha dibêje; “Ez dizanim ku karê min gelek zehmet e, lê ez neçarim vî karî bikim, ji aliyê din de ez ji kesekî alîkariyê naxwazim, belkî lingên min nîn bin, lê hem baweriya min bi min heye, hem jî hêza min heye ku ez karên herî zehmet jî bikim.”
‘DI KURDISTANÊ DE LI ŞÛNA GIYA LAŞÊ MIROVAN TÊ KOMKIRIN’
Yûnis Feyzî yê ku bêling e, ev 12 sal in bi karê karwancitiyê re mijûl dibe û derbarê wendakirina lingên xwe de jî wiha dest bi gotinê dike; “Ev nêzî 23 sal e ku ez bêling dijîm. Em li Rojhilatê Kurdistanê her biharê ji bû komkirina giya derdikevin çolê, dema ku ez zarok bûm em çar kes bû, du bira û xwîşkek em çûn giya komkirinê, dema em li çolê bûn mayîn teqiya. Xwîşk û birayên min mirin, min jî lingên xwe wenda kirin ji wê demê heyanî niha ez bêling dijîm.
‘EZ HATIME NAN PEYDA BIKIM’
Kasibkarê ji Rojhilatê Kurdistanê, ji bajarê Pîranşehîr dema mebesta xwe ya hatina Başûr tîne ziman jî wiha dibêje; “Ez hatime nanê xwe peyda bikim, ez neçarim vê karî bikim ji ber kesekî me nîne ku kar bike. Ji ber vê ez neçarim ku karê karwancitiyê bikim. Di cihê ku ez destê xwe ji xelkê re dirêj bikim û alîkariya maddî ji wan bixwazim, baştir e ku ez karê xwe bi xwe bikim. Ji bo ez nanê xwe û debara xwe bikim, pêwîst bike ez ê sînoran jî derbas bikim. Her wiha di rêjîma Îranê de mafê gelê Kurd bi tu şêweyan nîne, mînak ez di rewşeke wiha de me, lê heqdestê min nîne. Di malê de em niha çar kes in, lê derveyî min kesekî din ku di malê de ji me re kar bike nîne. Ji ber vê ez neçarim karê karwancitiyê bikim. Her wiha di malê de yê mezin ez im ji ber vê ji min tê xwestin ku ez li endamên din yên malbatê binêrim. Bê karî û tunebûna mafê gelê Kurd a di komara Îranê de ez neçar kirim ku ez dest biavêjim karê karwancitiyê. Her wiha ez dipejirînim ku ez bi ked û xwêdana xwe, xwe xwedî bikim, di cihê ku ez destê xwe dirêjî kesên din bikim, ez amade me ku di nava toz û bi xwêdana xwe de malbata xwe xwedî bikim.
‘TUNEBÛN MIROVAN FÊRÎ ZEHMETIYAN DIKE’
Kasibkarê ji Rojhilatê Kurdistanê yê ku bi cil û bergên xwe heyanî por, birî û bijangên xwe di nava toz û xwêdanê de mabû, derbarê zehmetiyên rê de jî wiha dibêje; “Bêguman zehmetiyên rê gelek in, mirovên xwedî ling ewqas zehmetiyan dibînin, elbet ji bo min jî hêsan nîne, lê ji tunebûnê mirov fêrî her tiştî dibin. Lê heyanî niha min di jiyana xwe de alîkarî ji tu kesî nexwestiya û ez ji dewletê jî alîkariyê naxwazim. Ji ber lingên min nînin ez her dem di nav xwêdan, ax û tozê de me, lê em di malê de çar kes in û divê em xwe xwedî bikin.
‘YÛNIS BI KEREKÎ DEST BI KARWANCITIYÊ DIKE’
Her wiha Yûnisê ku pir caran ketiye kemînan jî nêrînên xwe wiha rave dike; “Dema cara yekem min sînorê Rojhîlatê Kurdistanê derbas kir tenê kerekî min hebû, lê niha sê hespên min hene û ez dikarim debara xwe û malbata xwe pê bikim. Berê çar hespên min hebûn, lê vê biharê em ketin kemîna pasdarên Komara Îslamî ya Îranê, hespekî min hate kuştin û niha ez bi sê hespan karwancitiyê dikim.” Heyanî niha ez pir caran ketime gelek kemînan, belkî heyanî niha tiştek ji min nehatiye, lê dema ku em ji malên xwe derdikevin, em bi gumana ku em ê venegerin dikevin rê. Dema ku Yûnis tevî hevalên xwe dikevin kemînê di rewşeke wiha de hema xwe ji ser pişta hespê diavêje û bi vê awayî nîvê laşê xwe yê sax maye rizgar dike.
DAYIKA YÛNIS BI RONDIKAN DUAYAN JI KURÊ XWE RE DIKE
Kasibkarê bi navê Yûnis derbarê hestên xwe ya cara yekem dema ku sînor derbas dike de jî wiha dibêje; “Bi rastî cara yekem sînorê Rojhilatê Kurdistanê derbas kirin û hatina Başûrê Kurdistanê ji bo min pir zehmet bû, lê tişta herî zêde ez hestiyar kirime ew bû, tê bîra min ku dayika min ez bi girî bi rê kirim û heyanî ku ez vegeriyam jî dayika min her digiriya. Her cara ku ez têm û sînor derbas dikim heyanî kêliya ku ez îro ji malê derketime jî dîsa dayika min dide girî û rondikan dibarîne. Ji ber tu çareyeke din di destê wê de nîne û her dem di vê mijarê de dibêje dilê min diêşe.
BELKÎ YÛNIS LINGÊN XWE WINDA KIR, LÊ WÎ HÊVÎ PEYDA KIR
Di warê amadekirinan baran de jî kasibkarê Rojhilatî wiha agahiyan dide me û wiha dibêje; “ Di warê amadekirina baran de ji neçariyê rêbazên nû bi mirovan re tê afirandin, mînak ji bo anîn û birina hespan ez werîsê wan yan bi nava xwe ve, yan jî bi milê xwe ve girê didim. Jixwe zad an êm dana hespan ji bo min karekî pir hêsane. Her wiha ji bo ez siwarî hespê bibim ez mûyê sitûyê hespê digirim û wer siwar dibim. Ez hemû baran bi xwe amade dikim, lê ji bo barkirin û nalkirina lingên hespan ez alîkariyê ji kasibkarên din dixwazim û di vê mijarê de jî bi rastî hemû kasibkarên din alîkariyê didin min.”
Her wiha kesên ku tevî Yûnis ji Rojhilatê Kurdistanê hatibûn gotin, “Pirî caran dema ku em çiyayên bilind li ser pişta hespan derbas dikin, lê ew weke me nîne û li hespan siwar nabe, gelek rêyên zehmet bi vê halê xwe bi destan çiyayên berz derbas dike.
Karwanciyê bi navê Yûnis Feyzî di dawiyê de ji me re wiha dibêje; “Niha rewşa min gelek baş e û êdî ez dikarim mala xwe bi keda xwe xwedî bikim. Berevajî ez êdî alîkariyê didim kesên din, ligel vê ez nîvê qezenca xwe weke alîkariyeke mirovane didim kesên feqîr û jar. Her wiha baweriya min bi min heye û karê ku ez niha dikim ez dizanim ku mirovên rewşa wan ji ya min baştir e jî nikarin karê wiha bikin. ji ber di vê jiyanê de tiştekî neyê kirin nîne.”