Pêngava Xezeba Firatê: Gundê Mişrafa hatiye dorpêçkirin

Şervanên ku di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de ber bi Reqayê ve diçin gundê Mişrafa (Bîr Fewaz) dorpêç kirine. Li derdorî gund şerên dijwar diqewimin.

Pêngava sêyemîn a Xezeba Firatê bi hemû leza xwe didome. Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê pêşketinên xwe ya ber bi Reqyê ve didomînin. Li baskê Pêngava Sêyemîn a Xezeba Firatê ku ji Xiniz ve hatiye destpêkirin, şervanan gundê Mişrafa (Bîr Fewaz) xistine dorpêçe, li vir şerekî dijwar di navbera şervanan û çeteyên DAIŞʹê de diqewime.

Gundê Mişrafa 23 kîlometreyan dikev bakurê bajarê Reqayê, şervanan li vir gelek sivîlên herêmê ji çeteyan rizgarkirine û gihandine cihên bi ewle.

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê îro di saetên sibehê de jî gundê Bîr Saîd ê Reqayê ji çeteyan rizgar kirin. Di pevçûnên li gund de herî kêm 17 çete hatin kuştin, rêjeyek çek û cebilxane desteserkiribûn.