Pencewînî: Divê ev kongre bibe sîwan
Pencewînî: Divê ev kongre bibe sîwan
Pencewînî: Divê ev kongre bibe sîwan
Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)’ê Mihemed Emîn Pêncewînî têkildarî Kongreya Neteweyî ya Kurd got ku, dê ew kongre bibe sîwan.
Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Mihemed Emîn Pêncewînî duh danê êvarê di bernameya bi navê Seko ya Newroz TV de ku pirsên Hedî Ehmedîn bersivandin derbarê kongreya neteweyî, girîngiyên wê û her wiha erkên ku dikevin ser milê gelê Kurd, nirxandinên girîng kirin.
Pêncewînî têkildarî xusûsa kongreya neteweyî da xuyakirin ku biryar û hewldana Kongreya Neteweyî ya Kurd di salên 1980’î de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye pêşxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Cara yekemîn bi heyeteke rewşenbîr û siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê re em çûn gel Birêz Abdullah Ocalan Bekaa. Xaleke herî zêde ku me li ser goftûgo kir, dîroka damezirandina kongreya neteweyî bû. Her wiha di nav Kurdan de û di heman demê de di nav rewşenbîr û siyasetmedaran de belavkirina girîngiya damezirandina kongreyê bû. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên di nav hêzên siyasî yên Kurd de û ew kongre bibe sîwana ku hemû pirsgirêkên di nav hêzên siyasî yên Kurd da ku werin çareserkirin xalek ji guftûgoyan bû.”
ROL Û HEWLDANA OCALAN
Pêncewînî di vê mijarê de axaftina xwe wiha berdewam kir: “Damezirandina Kongreya Neteweyî ji bo Birêz Abdullah Ocalan xwedî girîngiyeke dîrokî bû. Birêz Ocalan di wê demê de pêwîstiya kongreyê wiha bi lêv dikir: “hemû xîlafat, nakokiyên siyasî û jihevketin l gel Filistîniyan di nav sîwana kongreyeke neteweyî hat çareserkirin. Lewma pêwîst e ev kongre xwedî roleke sîwan be da ku hemû aliyên Kurdan karibin bên gel hevdu, xîlafat û nakokiyên xwe yên siyasî çareser bikin.’ Pêwîst e kongreya neteweyî peymaneke niştîmanî yan jî bi navekî din (Mîsaq-î niştîmanî, Mîsaq-î wetenî) amade bikin, nîqaş bikin, soza şerefê li ser bidin, hemû îmze bikin û qebûl bikin. Di têkoşîna PKK’ê de jî xalek ji ya girîng damezirandina kongreyeke neteweyî ye. ”
DIVÊ DERIYÊ SÎNOR BÊ VEKIRIN
Mihemed Emîn Pêncewînî derbarê Rojavayê Kurdistanê û girtina deriyê sînor ê ji aliyê hukûmeta Başûrê Kurdistanê de wiha got, “Ez ji hukûmeta herêma Kurdistanê daxwaz dikim ku pêwîst e demek ji ya din zûtir deriyê Sêmalka vekin. Çawa di demeke ku jin, zarok, pîr, kal û ciwan tên qetilkirin de tu deriyê sînor digirî?”
Pêncewînî axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir: “Pêwîst e Komîteya Amadekar a Kongreyê ku vê saetê civîna ji bo kongreya neteweyî li dar dixe, ji bo rewş û qetlîama Rojavayê Kurdistanê hawar bike da ku deriyê sînoran ji bo gelê me yê Rojava re bê vekirin.
Rola jin di dîroka têkoşîna gelê Kurd de diyar e û dîrokî ye. Lewma pêwîst e bi taybetî jin hem di damezirandina kongreya neteweyî de û hem jî di vê serdemê de roleke sereke bilîze û her wiha jin di wê astê de ye ku pêşerojeke ronak diyar bike.”