Pençeşêra tîroîdê: Teşhîsa zêde rê li mudaheleyên beleheq vedike

Li gorî lêkolînekê pêşketiya teknolojiya MR'yê û ekografiyê li ser gelek modûlên ku bandora xwe li ser jiyanê nîne teşhîsa pençeşêra tê danîn

Encamên lêkolîna ku pisporên ajansa rayedara  a Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di kovara The Lancetê de weşiyan. Li gorî lêkolînê beşekî zêde yê teşhîsên pençeşêra tîroîdê ya li cîhanê, ku her bi sed hezaran têne ragihandin, 'teşhîsên zêde' ne. Vê jî bi xwe re mudaheleyên beleheq û êş anî.

Di lêkolînê de ji 26 wealtan, ku di nav de Çîn, DYE, Koreya Başûr, Italya û Fransa jî hene, dane hatine lêkolan, derkete holê di navbeyna 2008-2012'an de pir teşhîs hatine kirin. Hate fêhmkirin di vê serdemê de li ser 830 hezar jin û 220 mêrî teşhîsa zêde hatiye danîn.

Ji teşhîsên zêde 390 hezar jê li Çînê, 140 hezar li Başûrê Koreyê, 120 hezar jê li DYE'ê hatin dîtin. Hate diyarkirin li Italya 31 hezar, li Fransayê 25 hezr teşhîsa zêde hatiye kirin. Ji van teşhîsan piraniya wan li ser jinan şaş hatiye anîn, li Fransayê jî ji 100 teşhîsa pençeşerê ya tîroîdê ya li ser jinan 83 jê şaş derketine.

Di lêkolînê de xaleke dî ya ku derketî holê ew e ku di van teşhîsan de teknolojiya nû ya ku tê bikaranîn dibe sedema teşhîsên zêde.  Ji ber ku pêşketinya ekografiya stû û teknolojiya MR'yê modûleyên ku ti talokeya wan li ser jiyanê nîne, dibe sedema ku teşhîsa pençeşêrê tê danîn.