PEN a Navneteweyî: Divê AKP şer bisekinîne

Alîkarê Serokê PEN a Navneteweyî Schoûlgîn diyar kir, AKP li Kurdistanê sûcê şer dike û bang li raya giştî ya cîhanê kir. Schoûlgîn ji AKP'ê xwest bes komkujiyan bike.

Alîkarê Serokê PEN a Navneteweyî Schoûlgîn diyar kir, AKP li Kurdistanê sûcê şer dike û bang li raya giştî ya cîhanê kir. Schoûlgîn ji AKP'ê xwest bes komkujiyan bike.

Alîkarê Serokê PEN a Navneteweyî Eûgene Schoûlgîn, êrîşên AKP'ê yên li Bakurê Kurdistanê ji bo qirkirina Kurdan dimeşîne, nirxand.

Schoûlgîn da xuyakirin, ku AKP li bajarên Kurdan sûcê şer dike û ji raya giştî ya cîhanê xwest bala xwe bide Kurdistanê.

Schoûlgîn diyar kir, AKP ol bi kar tîne û bi vî rengî gel dixapîne. Schoûlgîn got, "Em, hovîtî û komkujiyên li bajarên Kurdan tên kirin, bi ti awayî qebûl nakin. Ez ji çapemeniya Îzlandayê dişopînim. Li wê derê, bûyerên her roj li bajarên Kurdan diqewimin weke wehşetê tên pênasekirin. Ez jî bi heman rengî difikirim. Tirkiye li bajarên Kurdan sûcê şer dike. Pêwîste derhal dawî li polîtîkayên xwe yên şer bîne."

Schoûlgîn bal kişand ser zext û girtina rojnamevanên Kurd ên komkujiyên li Kurdistanê nîşan didin û destnîşan kir, divê rewşa rojnamevanên hatine girtin bikeve rojeva raya giştî ya cîhanê.