Pêlîstoka nû ya Erdogan: Bînalî Yildirim

Piştî ku Ahmet Davûtoglû ji wezîfeyê hat girtin, li şûna wî Bînalî Yildirim hat bicihkirin.

Piştî ku Ahmet Davûtoglû ji wezîfeyê hat girtin, li şûna wî Bînalî Yildirim hat bicihkirin.

Desteya Rêveberî û Biryarê ya Navendî ya AKP'ê, ji bo serokê xwe yê giştî yê nû eşkere bike, li hev civiya.

Piştî civînê Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê Partiyê Omer Çelîk daxuyanî da. Li gorî vê yekê; piştî ku Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokwezîr Ahmet Davûtoglû ji wezîfeyê hat girtin, ji bo serokatiya giştî ya nû Wezîrê Ragihandinê Bînalî Yildirim hat bicihkirin.

Yildirim wê di 2. Kongreya Mezin a Awarte ya AKP'ê de ku roja 22'ê Gulanê tê lidarxistin, wê weke namzetê serokê giştî bê nîşandan.

Çawa ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, Davûtoglû ji wezîfeyê girt, tê zanîn ku wî namzetê nû diyar kiriye.