Pêla binçavkirinan dewam dike
Di operasyonên qirkirina siyasî de li Mûş û Mersînê 7 kes hatin binçavkirin.
Di operasyonên qirkirina siyasî de li Mûş û Mersînê 7 kes hatin binçavkirin.
Li navenda navçeya Mûş Gimgimê, tîmên taybet ên polîsan û leşkerên ser bi Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê avêtin ser hin malên li taxa Gumgumê. Polîs û leşkerên derî şikandin û ketin hundir, rêveberê berê yê DBP'ê Abdulbasît Taş, Behçet Ozen û Adnan Işik kirin binçavan.
Li navçeya Mûş Milazgirê jî, leşkerên ser bi Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê avêtin ser gundên Yenîkoy, Laladag û Kanîkortê. Di van serdegirtinan de li Laledagê Sadik Arman, li Yenîkoyê Ercan Çetîn, li Kanîkortê jî keyayê gund Rahmî Coşkûn hatin binçavkirin. Binçavkirî birin Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê.
Li Mersînê jî polîsan danê sibehê avêtin ser avahiya YAKAY-DER'ê. Di serdegirtinê de, piştî lêgerîna li komeleyê Hevserokê YAKAY-DER Şaxê Mersînê Mehmet Şîrîn Erûncak hat binçavkirin.