Pekoz: Helwesta hikûmetê rewşê xirabtir dike
Parlamenterê HDP'ê têkilî greva birçîbûnê got, nedîtina greva birçîbûnê ya ji hêla hikûmet û raya giştî ve wê rewşê xirabtir bike.
Parlamenterê HDP'ê têkilî greva birçîbûnê got, nedîtina greva birçîbûnê ya ji hêla hikûmet û raya giştî ve wê rewşê xirabtir bike.
Têkilî grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger, yên dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan, ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest pê kirî û li hemû zindanên Kurdistanê û Tirkiyê û li gelek deverên cîhanê berbelav bûyî, parlamenterê HDP'ê yê Edene Kemal Pekoz, bal kişande ser daxwaza berxwedêrên grevê, got, daxwazên mafdar in.
Pekoz wiha domand, ''Hevalên me yên di greva birçîbûnê de tiştekî taybet naxwazin. Mafê Destûrî xwestine. Daxwaza wan ew e ku yasayên li Tirkiyê ji bo her kesî weke hev û wekhev bin. Dibêjin bila ev yasa ji bo Rêzdar Ocalan jî were bicihanîn. Ev daxwaz têra xwe hiqûqî û pir rast e û divê mirov li pişt biseikne destekê bidiyê. Lê mixabin ev daxwaz nayê bicihanîn û ji nedîtî ve tên.''
DIVÊ PÊŞÎ LI MIRINAN WERE GIRTIN
Pekoz got greva birçîbûne ne hikûmeta Tirk û ne jî çapemeniya Tirk nekiriye rojeva xwe, bal kişande ser çalakiyên fedayî yên li zindanan, ya bi mebesta ku çalakiya wan were xuyakirin û got, ''Em rast nabînin ku kes dawî li jiyana xwe bîne lê divê em vê bibînin, heke mirov hatibin vê astê, divê mirov guh bide vî dengî.''
Pekoz got mirovekî girtî divê bikaribe malbat û parêzerên xwe bibîne, ev mafekî yasayî ye lê hikûmet û dewlet ne bi nêzîkatiyeke wiha ye û di raya giştî de bêdengiyek heye.
'HÛN KARE XWE NAKIN'
Pekoz bal kişande ser çapameniyê got diviya heta niha diviya greva birçîbûnê bibûya rojev lê nebûye û got, ''Mixabin raya giştî jî bi bêdengmayinê ji hikûmetê re dibe destek. Raya giştî çi qasî helwestê nîşan bide hikûmet wê ew çend fêhm bike û xwe bêgav bibîne ku gavan bavêje.''
Parlamenterê Edene yê HDP'ê Kemal Pekoz got berpirsyariya sereke ya Wezareta Dadê, hikûmetê û Wezareta Kkarê Navxwe ye û got, ''Hûn peywira xwe bi cih nayînin, bi berpirsyarî tevnagerin. Encamên vê wê giran bin.''