Pêkhateyên HDK'ê: Bila dawî li tecrîdê bê anîn

Nûnerên pêkhateyên HDK'ê li Civata Giştî ya 9'an a HDK'ê axivîn û xwestin ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe.

Grevên birçîbûnê ku mohra xwe li rojeva Kurdistanê û Tirkiyê dan, di axaftinên Civata Giştî ya HDK'ê jî bû rojeva sereke. Hevserokê ÎHD'ê Ozturuk Turkdogan, Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk û Alîkara Hevseroka DBP'ê Halî Turkoglu bal kişandin ser tecrîdê û grevên birçîbûnê.

TECRÎDA LI SER OCALAN BI TEMAMÎ IVÊ RABE

Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan Ozturk Turkdogan bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ''Me parêzvanên mafê mirovan ji bo ku em vê pêvajoyê bidomînin  koordînasyonek ava kir. Me li daxwazan guhdar kir. Divê tecrîda li ser Rêzdar Abdullah Ocalan bi temamî rabe.'' Ozturk bi domdarî got, ''Heke pêvajoya çareseriyê bihata pêkanîn wê demokratîkbûn bihata qonaxeke dî. Niha rejîmeke otorîter hatiye avakirin. Polîtîkayên pir sosret hene.''

DIVÊ DAXWAZA BERXWEDÊRÊN BI CIH WERE

Hevserokê Konfederasyona Sendîkayên Kedkar ên Cameweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk jî bal kişand ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku ev 67 roj in didome û got, ''Tecrîd zexta herî nehiqûqî ye. Pêknehatina daxwaza Leyla Guven helwesta desthilatê ya li bara tecrîdê bi rengekî zelal nîşan dide. Hikûmet didvê dawî li polîtîkayên tecrîdê bîne û divê vê pirsê çareser bike. Divê daxwazên girtiyên di grevê de were bicihanîn û li dijî polîtîkayên hikûmetê divê em bibin xwedî helwest û têbikoşin. Divê em bi hev re li ber xwe bidin.''

'JI GRAVA IMRALIYÊ DENG HATE ME'

Alîkara Hevseroka Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) Halîde Turkogl jî çalakiya Leyla Guven sla kir û got, ''Ji Grava Imraliyê deng ji me re hat. Slav li Rêzdar Ocalan. Slav li berxwedana Leyla Guven ku rê li me evkir.''