PDK'ê enternasyonalîstên YPG'yî xist nava dilxwazên DAIŞ'ê

PDK'ê, enternasyonalîstên YPG'yî, xist hundirê qewîşeke ku 30 endam û dilxwazên DAIŞ'ê lê ne. Bi vî rengî PDK'ê hem derew li wan kir, hem jî li dewletên wan kir.

Şervanê YPG'ê yê ji Swêdê Jesper Soder, ku tevî 3 enternasyonalîstên YPG'yî, berî du hefteyan ji aliyê hêzên PDK'ê ve hate girtin û duh hate berdan, di hesabê xwe yê medya civakî de bûyerên bi serê wan ve hat, vegot.

Şervanên enternasyonalîst Jesper Soder ê ji Swêdê, Andreas Charalabos Panagîotîdîs û Andre Johnwoodhead û Lee Egerton ên Îngilîz, ku wextekê di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de cih girtin, roja 23'ê Hezîranê li cihekî nêzî bajarê Akrê yê Başûrê Kurdistanê hatibûn binçavkirin. Wezareta Karên Derve ya Swêdê duh daxuyaniyek weşand û ragihand, Jesper Soder û Andreas Charalabos hatine berdan.

SODER QALA BÛYERÊN BI SERÊ WAN VE HATIN, KIR

Soder bi rêya hesabê xwe yê medya civakî, li ser vîze ya ku bû sedema girtina wan û kiryarên li girtîgehê li wan hate kirin, daxuyanî da. Soder diyar kir, ji ber derbasbûna wexta vîzeyê ya li ser pasaporta wî ew hatine girtin, lê tevî vê sedemê jî tiştên bi wan hatine kirin, mafdar nîne.

Soder ragihand, dijwarbûna nîqaşên siyasî di navbera Kurdan de zerarê dide şervanên enternasyonalîst ên li dijî DAIŞ'ê şer dikin û got, "Li Başûrê Kurdistanê me gelek caran ji rayedarên polîtîk û siyasî yên PDK'yî re gotin ku em YPG'yî ne, lê tevî vê yekê jî em binçav kirin, ewilî birin girtîgeha li Duhokê û piştre jî avêtin girtîgeha bi ewlekariya bilind a li Hewlêrê."

Jesper Soder, miameleya ku piştî hatin girtin li wan hate kirin, bi vî rengî vegot:

* PDK'ê li ser dema girtina me, derew li Wezareta Karên Derve ya Swêdê kir. (Em di 23'ê Hezîranê de hatin girtin, ne di 25'ê Hezîranê de)

* Bi derewan 13 rojan ji me re gotin ku Konsolosxaneya Swêdê girtî ye.

* Em xistin qewîşeke ji 80 kesî, ku 30 milîtan û dilxwazên DAIŞ'ê jî lê bûn.

* Destûr nedan ku em parêzer û malbatên xwe bibînin û bi telefonê bi wan re baxivin.

* Zarokên 14-15 salî, bi milîtanên DAIŞ'ê re tên hiştin.

Jesper Soder anî ziman, ku tevî van şert û mercên neyînî jî, li girtîgehê baş nêzî wan bûne.