PDK dagirkeriyê rewa dike

Heke PDK van êrişan rewa û meşrû neke, dewleta Tirk nikare biryara dagirkirinê bide, bide jî nikare pêk bîne. Dema pêk bîne jî, ji ber ku dinya tev rewa nabîne, ev dagirkerî wê li hemberî berxwedanê têk biçe.

12'ê Îlonê KCK’ê pêngaveke dîrokî da destpêkirin. Armanca bingehîn ya pêngavê ew e, dawî li tecrît, faşîzm, dagirkeriyê bîne û azadiyê mîsoger bike. Faşîzma AKP-MHP'ê ji bo xwe li ser piyan bigire, îro ro di destê wê de dagirkerî maye. Bi vî rengî ji bo qirkirina Kurdan û ragirtina desthilatdariyê, dagirkerî wekî rêbazekê tê bikaranîn. Dewleta Tirk li Rojava û Başûr hinek herêm dagir kirine. Ji bo dagirkirina temamê Rojava û Başûr dê van herêman mîna baregeh bi kar bînin. Heke li dijî van êrişên dagirkirinê têkoşîn pêk neyê, wê li tevahî Kurdistanê tirkîtiyê belav bikin. Ti Kurd nikare çavên xwe li vê armanca dewleta Tirk bigire. Ha Kurdan çavên xwe li vê armanca dagirkirinê girtine, ha stûyê xwe danîne ber kêra qirkirinê; ti ferqa xwe tine ye.

Dewleta Tirk bi dagirkirina Rojava û Başûr, dijminatiya xwe ya bi Kurdan re ron û eşkere daniye holê. Îro beşên herî giring yên Başûr û Rojava dagirkirî ne. Başûr bi temamî di bin desteserkirina dewleta Tirk de ye. Di her firsendê de, rêveberiya Başûrê Kurdistanê, hêzên siyasî û gel tehdît dike. Beriya demeke kurt hate gotin Hewlêr û Silêmanî di bin kontrola PKK'ê de ye. Bi van gotinan xwestin eyar bidin hêzên siyasî yên Başûr û wan tehdît bikin. Di rastiyê de PDK êrişên li dijî Başûrê Kurdistan rewa dike û rê li tehdîdên bi vî rengî vedike. PDK li şûna qirkerî û dagirkeriya dewleta Tirk bibîne, PKK mîna bahaneya êrişan nîşan da ye û rêya dagirkirinê vekirî ye.

Jixwe li Tirkiyê CHP, Îyî Partî û partiyên din yên pergalê polîtîkayên dagirkeriyê yên AKP-MHP'ê erê dikin. Hêzên siyasî yên Kurd û gelê Kurd CHP'ê rexne dikin. Îyî Partî jixwe di warê hişmendiyê de ji partiyên li desthilatê ti ferqa xwe tineye. Bêguman Kurd û hêzên demokrasiyê dê yên ku destekê didin biryara dagirkirinê rexne bikin. Lê di vê dagirkeriyê de herî kêm bi qasî CHP û Îyî Parti'yê rola PDK'ê jî heye. Ji ber ku ya herî zêde van êrişan rewa û meşrû dike PDK ye. Desteka herî mezin ji bo rewakirina dagirkirinê, êriş û polîtîkayekên dagirkirinê ye. Mezintirîn destek ev bi xwe ye. Ji ber ku her tişta bê meşrûîyet, bê wate ye û bê nirx e. Her tişta bê meşrûîyet, bê hêz e.

Ji bo dagirkirina Rojava û Başûr ti meşrûîyeta gotin û helwestên dewleta Tirk tineye. Dinya hemû jî dizane ku dewleta Tirk dijminê Kurda ye; bi vê sebebê dagir dike. Heta di nava Tirkiyê de pirsgirêka Kurd çareser nebe, dê her demê dijmihatiya Kurdan çêbe, dê her dem êriş bike û dagir bike. Sebeba êriş û dagirkirinê dijminatiya Kurda ye. Lê PDK vê rastiyê berevajî dike, êrişên dewleta Tirk meşrû dike. Ji ber vê sebebê destek-kar û parêzvanê pêşî yê van dagirkirinê, PDK ye. Dema tê gotin 'Bila dagirkerî bi dawî bibe', divê rola PDKʼê ya di van dagirkirinan de bê dîtin. Eger CHP rabe û bêje, PDK ya ku partiyek Kurda ye jî li hemberî dagirkirinê ranabe; heta meşrû dike, bersiva vê çiye?

Jixwe desthilata AKP-MHP xwe disipêre peywendiya li gel PDK û komên girêdayî wê û dibêje, em ne li dijî Kurdan in. Bi vî rengî ew êrişên ji ber dijminatiya Kurdan pêk tînin, bi têkilî û peywendiyên li gel PDK'ê dinixumînin. Ji vî alî de, yên li ber dagirkirinê radibin, mutleq divê rola PDK'ê ya di dagirkirinê de bibînin. Wê demê dikarin li dijî dagirkirinê tekoşîneke rast bimeşînin. An jî rabin bêjin, AKP-MHP dagirker in, CHP'ê jî dagirkirin erê kiriye; ji hewldana rizgarkirina rewşê pê ve, ti wateya van gotinan tineye.

Heke PDK van êrişan rewa û meşrû neke, dewleta Tirk nikare biryara dagirkirinê bide, bide jî nikare pêk bîne. Dema pêk bîne jî, ji ber ku dinya tev rewa nabîne, ev dagirkerî wê li hemberî berxwedanê têk biçe. Lê ew kêlî û gava PDK rabe bêje, çavkaniya êriş û dagirkirina li Başûr û Rojava dijminatiya Kurda ye, êdî ev dagirkirin dê pirsgirêka wê ya meşrûîyetê hebe, dê nikare bi ser bikeve û dê têk biçe. Lê PDK bi israr dest ji helwesta meşrûkirina dagirkeriya dewleta Tirk bernade. Pirsgirêka sereke ya siyasetê û biryarên siyasî meşrûîyet e. Pêşî li meşrûîyetê digerin, an jî hewl didin biafirînin. PDK û komên siyasî yên alîgirên wê, bingehê meşrûîyeta dagirkirina Rojava û Başûr amade dikin.

Kurd hemû divê vê rastiyê bibînin. Ji ber çiye, hin hêzên siyasî yên Kurd û beşek ji rewşenbîran vê rastiyê nabînin. Bi navê Kurdbûnê naxwazin vê rastiya PDK'ê bibînin. PDK jî vê rewşê dibîne, hevkariya li gel Tirkiyê didomîne. Meşrûîyetê bi dagirkirina Rojava û Başûr dide qezenckirin û destek dike. Hîn pêşdetir jî diçe, bi dijminên Kurdan re dibe hevkarê pîlana tasfiyekirina PKK'ê yan jî hêzek din ya siyasî. Kengî hêzên siyasî yên Kurd, vê rastiya PDK'ê bi dengekî bilind bînin ziman, hingê PDK nikare vê bike, dê dest jê berde. Ne tenê PDK, ti hêzek Kurd ya siyasî di vî astê de nikare bi dijminên Kurdan re hevkariyê bike.

Peywendî û têkiliyên PDK yên bi dewleta Tirk re ne normal in. Bi gotina dikarin têkiliyên siyasî û aborî deynin, lê kes nikare têkiliyê ji bo tasfiyekirina PKK'ê û tevgera azadiyê normal nîşan bide. Di serî de Bakurê Kurdistanê, hêzên Kurd yên siyasî tev divê çavên xwe li nebaşiyên PDK'ê negirin. Yekîtiya siyasî ya Kurdan jî û azadiya wan jî, tenê bi sererastkirina kêmasiyên wisa ciddî yên di nava partiyên Kurd de, dê pêk were.

Bi hêviya li dijî dagirkeriyê bi helwestek neteweyî, têkoşîn xurttir bibe û PDK dest ji vê helwesta dagirkeriyê erê dike berde.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA