PCF ji Hollande xwest zextê li Tirkiyeyê bike
Partiya Komunîst a Fransayê (PCF), li hemberî êrîşên Serokkomarê Tirk Erdogan ên ji bo tinekirina gelê Kurd, bang li welatê xwe kir ku bi berpirsyarî rabe.

Sekreterê Giştî Yê PCF Pîerre Laûrent nameyek ji Serokkomar Françoîs Hollande re şand û ji bo Tirkiye dawî li êrîşên xwe yên li hemberî PKK'ê bîne û li maseya muzakereyê vegere xwest, zextê li Tirkiyeyê bike.
Laûrent destnîşan kir ku nêzîkatiya Tirkiyeyê ya PKK û çeteyên DAIŞ'ê 'weke hev' nîşan dide nayê qebûlkirin û bibîr xist ku êrîşa AKP'ê ya li hemberî DAIŞ'ê di encama zextên DYA de pêk hatiye. Laûrent hişyarî da ku êrîşên hikûmeta AKP'ê li hemberî PKK'ê daye destpêkirin, Rojhilata Navîn ber bi 'tevlîheviyeke jê derketin nîne' ve dibe.
Pîerre Laûrent diyar kir ku êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî PKK'ê dawî li agirbestê aniye û got, "Ev tevger nayê qebûlkirin û divê bi zimanekî zelal bê şermezarkirin."
Sekreterê Giştî yê PCF da xuyakirin ku ew bi xwe jî di Cotmeha par de çûye Pirsûsê û desteka dewleta Tirk a çek, cebilxane û milîtanan ji bo çeteyên DAIŞ'ê bibîr xist.
'DIVÊ FRANSA BÊDENG NEMÎNE'
Pîerre Laûrent ji welatê xwe xwest ku li hemberî polîtîkayên êrîşkariyê yên Tirkiyeyê bêdeng nemîne û got, "Divê Fransa ji bo hatina aştî û demokrasiyê bixebite. Ji bo bi lîderê PKK'ê Abdullah Ocalan re muzakere destpê bikin û agirbest were îlankirin, bikeve nava hewldanan."
Laûrent herî dawî ji welatê xwe xwest ku li nava Yekîtiya Ewropayê însiyatîfê nîşan bide û PKK ji nava lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin.