PÇDK’ê malbatên gerîlayan ziyaret kir
PÇDK’ê malbatên gerîlayan ziyaret kir
PÇDK’ê malbatên gerîlayan ziyaret kir
Di roja yekem a cejnê de li bajarê Kelar heyeteke PÇDK’ê malbatên gerîlayên di Têkoşîna Rizgariya Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin.
Di roja yekem a Cejna Remezanê de heyeteke ku ji rêveberên Partiya Çareseriya Demokratîk (PÇDK)’ê pêk dihat ku di nav wan de Hevseroka PÇDK’ê Necîbe Omer, berpirsê Germiyanê ya PÇDK’ê Zeyneb Şikur, mamoste Elî Heme Salih, Komîteya Şehîdan a Partiya Çaresriya Demokratîk a Kurdistanê, Hemwelatiyên Azad û Yeksan û Rêxistina Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê jî di nav de bi mebesta pîrozkirina cejnê malbatên gerîlayên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin.
Heyet di serdanên cejnê de rewşa siyasî ya Kurdistanê û êrîşên li hemberî gelê Rojavayê Kurdistanê û parçeyên din pêk tên ji gel re nirxandin.