Paylan: Operasyona li dijî HDP'ê bi ser nakeve

Parlamenterê HDP'yî Garo Paylan diyar kir ku desthilatdariya siyasî her ku tengav dibe operasyonê li HDP'ê dike û bi vî rengî hewl dide rojevê biguherîne. Paylan destnîşan kir ku ev hewldan nema bi ser dikeve.

Parlamenterê Stenbolê yê HDP'yî Garo Paylan skandala bertîlê ya bi mikurhatinên Riza Sarraf eşkere bû ji ANF'ê re nirxand û anî ziman ku desthilatdariya siyasî bi gotina 'komplo' hewl dide rastiyê binixumîne lê belê çi zû çi jî dereng wê rastî derkeve holê. Paylan diyar kir ku desthilatdariya siyasî her ku tengav dibe operasyonê li HDP'ê dike û bi vî rengî hewl dide rojevê biguherîne. Paylan destnîşan kir ku ev hewldan nema bi ser dikeve.

Paylan bi bîr xist ku ji bo ronîkirina çerxa bertîlê wan gelek caran pêşniyar kirine ku Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê bê ava kirin, lê desthilatdariya siyasî li ber vê rabûye û hewl daye rastiyan veşêre. Paylan got, "Zû ya jî dereng wê her sûcên wan ên hewl didin binixumînin, eşkere bibin. Weke HDP têkoşîna me ya di vî warî de wê dewam bike."

Garo Paylan da xuyakirin ku ji bo hilbijartineke gengaz divê salek berê di qanûna hilbijartinê de guhertin were kirin, lê belê di rewşa heyî de guhertineke wiha nehatiye kirin û tifaqa AKP-MHP'ê jî ji bo qanûnî bibe hê di asta bazariyê de ye. Paylan diyar kir, weke HDP ew ji hemû dibetiyan re amade ne û ji bo xebatên wan ên ji bo hilbijartina pêşwest jî dewam dike.

'EV HEWLDANÊN AKP'Ê NEMA BI SER DIKEVIN'

Paylan işaret bi amadekirina fezlekeyên dawî yên li dijî 19 parlamenterên HDP'yî kir û anî ziman, desthilatdariya siyasî her ku tengav dibe operasyonê li HDP'ê dike û bi vî rengî hewl dide rojevê biguherîne, lê ev hewldana wê êdî bi ser nakeve. Paylan got, "Dixwazin 100 an jî 150 fezlekeyan amade bikin" û destnîşan kir ku HDP bi fezlekeyan naqede. Paylan got, "HDP navê aştî û azadiyê ye. Nikarin HDP'ê biqedînin. Ji bo me ne girîng e girtî yan jî li derve bin. Ya girîng ji bo me nêrîna aştiyê ye. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin."