Paylan: Di sala 2020'î de krîza aboriyê wê girantir bibe

Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan diyar kir, ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê Tirkiye di pêvajoyeke zehmet de ye û got, di sala 2020'î de wê krîza aboriyê girantir bibe.

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan bandora krîza aboriyê ya Tirkiyeyê ya li gel ji ANF'ê re nirxand. Paylan anî ziman, bi salan e tercîhên desthilatdariyê hene û tercîha salên dawî jî çek, fuze û tank e. Wekîlê HDP'î destnîşan kir ku biçûkbûna aboriya Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên şer e. Paylan ragihand, ji ber nebûna pîvanên demokratîk û aştiya civakî razemenî li Tirkiyeyê nayê kirin û got, "Kes razemeniyê li paşerojê nake, ji ber ku kes ji rewşa heyî ya Tirkiyeyê bawer nake. Lewma aboriya welat biçûk dibe. Hilberîn nîne, şert û mercên hilberînê jî nîne.

Paylan destnîşan kir, her ku Tirkiye ji rêy ademokrasiyê derket aboriya wê biçûk bû û got, "Ji ber polîtîkayên şer, tundî û çekan ên çar salên dawî me bi krîzeke aboriyê ya giran dest bi sala 2019'an kir û xuya ye wê girantir bibe."

Paylan diyar kir, desthilatdariya AKP'ê ji bo deynên şer fînanse bike zemê li pêwîstiyên bingehîn ên civakê idke û di encama vê de jî hêza kirînê ya civakê lawaz dibe.

ENFLASYON BACA DESTHILATDARIYÊ YE

Garo Paylan anî ziman ku zema dixwazin ji bo karmend û karkeran bikin nîşaneya wê yekê ye ku wê xizanî bidome û got, "Niha mûçeyên kêmtirîn di bin sînorê birçîbûnê de ye, sînorê birçîbûnê 2400 lîre ye; ku bi vê yekê re eger hûn tenê hewl bide xwarinê li malê amade bikin. Mûçeyê kêmtirîn jî 2020 lîre ye û tevî vê yekê jî desthilatdariya AKP'ê 4 an jî 5 ji sedî zemê ji bo karmendan û karkeran pêşniyar dike. Ev yek jî nîşan dide ku xizanî wê bidome. Tenê li gaza xwezayî di nava salekê de 64 ji sedî zem hate kirin. Halbûkî soz didan ku wê di nava salekê de 8 ji sedî ji bo karmendan û 10 ji sedî jî ji bo karkeran zemê bikin. Ev rewş jî nîşan dide ku di sala 2020'î de wê pirsgirêkên aboriyê yên li Tirkiyeyê girantir bibin."

LÊÇÛNÊN JI BO ŞER BI ÇAR QATÎ ZÊDE BÛN

Paylan diyar kir ku lêçûnên ji bo şer ji sala 2014'an de bi 4 qatî zêde bûne û destnîşan kir, ku polîtîkayên şer ên desthiladariyê 82 milyon mirov xizan kirine.

Paylan bi bîr xist ku di 'pêvajoya aştiyê' de budçeya sala 2015'an hate amadekirin û lêçûnên ewlekariyê bi giştî 40 milyar bû, lê belê di budçeya sala 2019'an de ev yek bûye 150 milyar lîre.

Paylan got, "Ev yek tê vê wateyê; hemû çavkanî ji bo tank, top, fuze, S400 ên ji Rûsyayê hatin kirîn û F-35 ên tên plankirin ji Emerîkayê bên kirîn hatine bikaranîn. Ji bo kirîna van çekan hikumet çi kêm dike? Ji karmend û karkeran kêm dike, zema wan kêm dike, desteka ji bo cotkaran kêm dike. Ev yek jî tê wê wateyê ku 82 milyon mirov xizan dibin. Ev polîtîkayên şer divê êdî bên dîtin."

Paylan anî ziman ku Tirkiye di nava krîzeke giran a aboriyê de ye û got, "AKP bi tyabetî hewl dide bi polîtîkayên xwe yên şer û polîtîkayên neteweperestiyê vê krîzê binixumîne. Ji bo kes der barê rêjeya bêkariyê de neaxive bi tayînkirina qeyûman polîtîkayên aloziyê dimeşîne. Civakê li dijî hev radike. Civakê rê neda vê yekê. Lewma divê her kes nerazîbûnê nîşanî van polîtîkayên şer ên AKP'ê bidin."