Partiyên siyasî ji bo Demîrtaş li hev civiyan: Biryara DMME'yê bi cih bînin

Beriya rûniştina doza li dijî Selahattîn Demîrtaş ku bi îdîaya 'heqareta li Ahmet Davûtoglû' hatibû vekirin, lîderên partiyên siyasî li pêşiya edliyeyê li hev civiyan û xwestin, biryara DMME'yê bi cih bê anîn.

Rûniştina dozê li 47'emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Stenbolê pêk hat. Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê beriya rûniştina dozê li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyaniyek da.

Di dema daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi cih bînin" hate hildan. Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bûlût diyar kir ku desthilatdarî qanûnan ji nedîtî ve tê û ti ji biryaran bi cih nîne.

Hevserokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu jî anî ziman ku li gel biryarên hiqûqî jî hevalên wan bi fermanê girtî tên hiştin û destnîşan kir ku wê têkoşîna yekbûyî bi rêxistin bikin.

Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz jî bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar û got, "Ji bo azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiyeyê em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Em îro ji bo wekhevî, edalet û aştiyê li vê derê ne."

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû diyar kir ku biryara DMME'yê ya têkildarî Demîrtaş dereng maye û got, "Desthilatdarî êdî li civata navneteweyî teşhîr bûye. Eşkere bû ku biryarên wan hiqûqî nîne, hemû siyasî ne."

Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî got, "Eger we mohra xwe danîne binê peymana navneteweyî, hingî hûn neçarin biryarê bi cih bînin."