Partiyên siyasî BDP ziyaret kirin

Partiyên siyasî BDP ziyaret kirin

Bi wesîleya Cejna Remezanê Partiya AKP, DSP, Keskan , Pêşeroja Çep, CHP û HAKPAR’ê çûn serdana Navenda Giştî ya BDP’ê.

Heyet ji aliyê cigirê hevserokên giştî yên BDP’ê Yuksel Mutlu û endamên BDP PM Selahattîn Esmer û Akîf Yildiz ve hatin pêşwazîkirin. Cara yekemîn ji aliyê AKP’ê ve bo BDP’ê serdan pêk hat. Beriya serdana cejnê ya BDP’ê û AKP’ê daxuyaniyek biçûk hat dayîn.   Yuksel Mutlu  balkişand ser pêvajoya çareseriyê û got: “Ev 7 mehe ne leşker û ne jî gerîla dimire. Em vê pêvajoyê erênî dibînin. Ev dê bandorê li ser me hemûyan bike. Em axaftin serokwezîr a der barê zû vekirina meclisê de erênî dibînin.

Li ser navê heyeta AKP’ê parlamenterê Enqerê Emrullah Îşler jî axivî û got ev 7 mehe tiştên girîng dibe û wiha got: “Pevçûnên li welat tên jiyîn me gelek xemgîn dike. Em naxwazin xwîn birêje. Em polîtîkayên çareseriyê dişopînin.”

Yuksel Mutlu xwest ku alîkariyên ji bo Rojava neyên astengkirin û li ser vê Îşler wiha got: “Em xesasiyeta normal nîşan didin. Em welatekî ku alîkariya mirovanî dikene. Ji kîjan nîjadî dibe bila bibe, em cudahiyê nakin navberê. Pakêta demokrasiyê dê piştî cejnê bê aşkerakirin.

Heyeta DSP’ê jî çû serdana BDP’ê. Mutlu heyet pêşwazî kir û diyar kir ku di vê pêvajoyê de divê DSP piştgiriyê bide. Sekreterê giştî yê DSP’ê Hasan Ugurturk jî wiha got: “Em jî bi hêvî hatin. Li pêş me bendaveke hilbijartinê heye. Divê bendava ji sedî 10 rabe. Em bi hev re têkoşîna vê bidin.

Piştî serdana DSP’ê heyeta partiya Pêşeroja Çep û Keskan  çûn serdana BDP’ê. Di serdanê hat diyar kirin ku divê bi pêvajoya çareseriyê tevbigerin.

Heyeta Partiya Saadetê çûn serdana BDP’ê û piştî vê CHP çû.

Mutlu di qebûlkirinê de da zanîn ku got ew têkoşîna demokrasiyê dimeşînin û got divê riya aştiyê bê şopandin û ev riya aştiyê jî makeqanûna nûye.

Cigirê serokê CHP’ê Erdogan Toprak jî axivî û got ew bi xesasiyek nêz dibin û got ew wek pariya CHP’ê çi bikeve ser milê wan dê bike.Herî dawî jî heyeta HAKPAR’ê çû serdana BDP’ê.