Partiya Navendî ya Swêdê: Divê êrîşên li dijî Efrînê biqedin

Berdevka Polîtîka Derve ya Partiya navendî ya Swêdê Kerstîn Lûndgren li parlamentê di axaftina xwe de xwest, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê werin qedandin.

Lûndgren diyar kir ku divê Swêd piştgiriyê bide medya azad, mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî û nerazîbûn nîşanî êrîşên ku li Tirkiyeyê li Kurdan tên kirin.

Lûndgren got, "Divê zext û şer bê sekinandin û berpirsyar werin darizandin. Şerê li Sûriyeyê ku gelek alî di nav de cih digirin, dikeve sala 8'an. Di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de hin serketin bi dest ketin, lê belê bi aştiyeke ku rê li ber azadî û lihevkirinê vedike neqediya. Bûyerên ku hefteyên dawî qewimîn nîşan didin ku rîsk heye ev şer li tevahiya herêmê belav bibe. Divê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Kurdên li Sûriyeyê bên şermezarkirin û bên qedandin."

Lûndgren destnîşan kir ku hemû aktorên li herêmê divê xwe ji hewldanên ku şer li herêmê belav dike vegirin.