Partiya Keskan çû serdana HDP’ê

Bêrîvan Aymaz a ji Partiya Keskan û Serokê Partiya Keskan a Kolnê Frank Jablowskî li Kolnê ji bo piştgiriyê çûn serdana buroya hilbijartinê ya HDP’ê.

Ji Partiya Keskan a NRW’ê Bêrîvan Aymaz çû serdana buroya hilbijartinê ya HDP’ê ya li Kolnê. Serokê Partiya Keskan a Kolnê Frank Jablowskî jî tevlî serdanê bû. Xebatkarên platforma hilbijartinê yên HDP’ê têkildarî atmosfera hilbijartinê ya li Tirkiyeyê û xebatên hilbijartinê yên li Kolnê agahî dan.

JI BO AZADIYA DEMÎRTAŞ EW Ê BANG WERE KIRIN

Aymaz diyar kir ku li Elmanyayê ev hilbijartin gelekî girîng  e û got, “Di vê serdemê de hevserokê me yê berê Cem Ozdemîr, Demîrtaş vexwend Elmanyayê û rê li ber hevdîtina Demîrtaş a bi Wezîrê Karê Derve vekir. Cem Ozdemîr hevparlamenterê Demîrtaş e. Serokê koma me ya parlementoyê Tonî Hofreîd jî hevparlementerê, parlementerê HDP’ê Mîthat Sancar e.

Di vê hilbijartinê de partiya me piştgiriyê dide HDP’ê û li ser malpera me, ew ê daxuyaniyeke wisa were weşandin.  Li ser malpera me ew ê ji bo azadiya Selahattîn Demîrtaş bangek werek kirin.” Aymaz diyar kir ku partiya wan dixwaze hilbijartin di şertên ewle de pêk were.