Partiya Keskan a Îngilîz destek da HDP'ê

Partiya Keskan a Îngilîstan û Gallerê (Green Party) bi daxuyaniyekê, girtina HDP'yiyan bi tundî şermezar kir û hişyarî da ku li Tirkiyeyê gefên nû li demokrasiyê tê xwarin.

Green Party da xuyakirin, ku di bin sîwana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de Partiya Çep û Sosyalîst, Kurd, Romen, kesên LGBT û Ermenî tên temsîlkirin û hat destnîşankirin, ku girtina HDP'yiyan ne ya qebûlkirinê ye.

Daxuyanî bi îmzeya Hevserokê Green Party Jonathan Bartley hat weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Selahattîn Demîrtaş û parlamenterên HDP'ê ku partiya mûxalîf e, bi rengekî nehiqûqî hatin girtin. Tirkiye roj bi roj bêhtir otorîter dibe û (girtina HDP'yiyan) ev rewş gefeke nû ye li demokrasiya li welêt."

Di daxuyaniyê de piştgirî ji HDP'ê re hat dayîn û biryara HDP'ê ya boykotkirina karên li Meclîsê hat destekkirin.