Partiya Çep bernameya xwe ya hilbijartinê bi Kurdî weşand
Partiya Çep bernameya xwe ya hilbijartinê bi Kurdî weşand
Partiya Çep bernameya xwe ya hilbijartinê bi Kurdî weşand
Partiya Çep ya li Almanyayê ku ji bo hilbijartinên Federal xwe amade dike, kakila bernameya hilbijartinê bi kurdî weşand. Ji bo hilbijartinên 22’ê îlonê Partiya Çep ya yekane partiya ku bi zimanê dayikan bang bike bi kurdî bi ser navê ‘Ji bo edeleta civakî bibe şansek, ji bo polîtîkaya piştevaniyê 20 pêşniyar’ bang hat kirin.
Li Almanyayê xebatên hilbijartinê didomin. Bi mîlyonan penaberên li welat dijîn wek depoya dengan tê dîtin. Ji sedî 19 jî derbasî welatîbûn Almanyayê bûne. Ev jî tekabulê 6 mîlyon dengî dike.
Di hilbijartinên 2013’an de bi qasî penaberan, endamên penaber jî hene. Ji partiya Keskan 23, pariya SDP û Partiya Çep 20, partiya FDP 10 û partiya Merkelê CDU 8 penaber diçin hilbijaratinan. Bi giştî 98 kursiyên parlamentoyê yên penaberane.
Li welatê ku mîlyonek kurd lê dijî bernameya hilbijartinê jî bi kurdî ji aliyê Partiya Çep ve bi kurdî hat weşandin.ji partiya çep Ayten Kaplan endame û kakila bernameya hilbijartinê bi kurdî weşand.
CDU Û KESKAN GOT ALMANÎ
Partiya Çep ligel kurdî, bi Tirkî, Erebî, Roman, Îbranî, Sirpî û Polonî bangî hilbijêran kir. Partiya hikûmetê ya Yekitiya Demokratên Xiristiyan (CDU) û Partiya Keskan bi Almanî bernameya xwe weşand. Partiya muxalefetê ya Partiya Demokratên Sosyal jî bi Tirkî, Erebî, Îngîlîzî amade kir.
Partiya Demokratên Hur bi Swêdî û Fînî bername weşand û partiya çep jî bernameya xwe bi Kurdî amade kir.
AYTEN KAPLAN LI NRW’Ê DÊ TÊBIKOŞE!
Siyasetmedara kurd Ayten Kaplan di partiya Çep de li eyaleta Ren Vestîflya a Bakur (NRW) di rêja 11’emîn de cih gire. Kaplan bi taybet hedef dike ku bi pirsgirêkên paneberên kurd re eleqeder bibe.