Partiya Çep a Swêdê ji bo PKK’e ji lîsteya terorê bê derxistin wê xebatan bimeşîne

Kongreya Partiya Çep li bajarê Orebro yê Swêdê kom bû, piştî nîqaşan biryar girt ku ji bo PKK’e ji lîsteya terorê bê derxistin xebat bêne meşandin.

Kongreya Partiya Çep li bajarê Orebro yê Swêdê kom bû, piştî nîqaşan biryar girt ku ji bo PKK’e ji lîsteya terorê bê derxistin xebat bêne meşandin.

Biryar tevî ku rêveberiya partiyê li dij derket jî bi dengên delegeyan hate pejirandin. Biryara Partiya Çep a ji bo PKK’ê, di tevahî medyaya Swêdê de cih girt, Kurdistaniyên li ber avahiya kongreyê kom bûn, alên PKK’ê vekirin û bi govendê biryar pîroz kirin.

Di pêşnûmeya kongreyê de tê diyarkirin ku PKK’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şerekî bi bandor meşandiye, ji ber PKK’e di lîsteya terorê de ye ev muzakereyên bi dewleta Tirk re dixe zorê û bê ka kîjan rêxistin wê di lîsteyên terorê de bin, pêwîst e ne hikûmet, dadgeh biryarê bidin.

Serokê berê yê Partiya Çep Lars Ohly ê pêşniyara kongreyê îmze kiriye, daxuyanî da Rojnameya Dagens Nheterê, got bi armanca piştgiriya Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd, pêşnûmeya ji bo PKK’e ji lîsteya rêxistinên terorî derkeve dane.

Ohly, diyar kir ku ji ber PKK’e di lîsteya rêxistinên terorî de ye, dewleta Tirk ji bo bombekirinên xwe yên Kurdistanê û êrîşên xwe yên li dijî nûnerên polîtîk ên gelê Kurd vê wek amûrekê bi kar tîne, destnîşan kir ku ji ber kongreyê ev pêşniyara wan pejirandine kêfxweş in.

Ohly, anî ziman ku ev rewş şansê diyalogê jî kêm dike.