Partiya Çep a Swêdê: Divê Tirkiye ji bo Kobanê korîdorê veke

Partiya Çep a Swêdê: Divê Tirkiye ji bo Kobanê korîdorê veke

Parlamenterê Partiya Çep ê Swêdê û berdevkê polîtîkaya Derve Hans Lînde û Parlamenter Amîneh Kakabaveh, cuda cuda pêşnûmepirs dan parlamentoyê û diyar kir ku ji bo alîkarî ji Kobanê re bê şandin divê korîdorek bê vekirin û xwest hikûmeta Swêdê bikeve nava hewldanan.

Lînde di pêşnûmeya xwe de got ku li Kobanê êrîşên DAIŞ’ê rê li ber drameke mezin a mirovahiyê vekiriye.

Lînde diyar kir ku ji bo Kobanê nekeve divê cîhana derve demildest bikeve nava tevgerê û divê parastina gelê sivîl  bê kirin. Lînde ji Wezîrê Karên Kerve Margot Wallstrom pirsa ji bo Kobanê nekeve hûn ê çi bikin? kir.

Parlamenter Amîneh Kakabaveh jî di pêşnûmeya ku duh da de got ku Kobanê ev 4 çar hefte ye di bin êrîşên giran de ye û li hinek taxên navçeyê êrîş didomin. Kakabaveh dest nîşan kir ku YPG bi çekên gelek sivik li dijî DAIŞ’ê têdikoşe.

Kakabaveh got: “Cebilxaneya di destê YPG’ê de kêm maye biqede. Hikûmeta AKP’ê jî alîkariyên ji bo Kobanê asteng dike. Pêşniyara PKK’ê ya bila alîkarî ji ser Tirkiyeyê biçin Kobanê, ji aliyê AKP’ê ve hate redkirin. Ev nêzîkatiya Tirkiyeyê rastî bertekên Kurdan hatin û li di çalakiyên protestoyî de 37 kes mirin.

Kakabaveh ji ANF’ê re axivî û got ku ji bo bûyerên li Şengalê rû dan li Kobanê dubare nekin berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê hemû welat û hêzên demokratîk. Kakabaveh wiha berdewam kir: “Gelê Kobanê bi komkujiyê re rû bi rû ye. Temaşekirin nabe.

Em bang li hemû siyasetmedar, hunermend û  rewşenbîran dikin ku piştgiriyê bidin berxwedana gelan."