Partiya Çep a Kesk jî dest bi kampanyayê kir: NA!

Partiya Çep a Keskan jî ji bo refernadûmê dest bi ‘Kampanyaya Na’ kirin. Nivîskar Baydar a ku di civînê de axivî diyar kir ku şahidî ji 3 darbeyan re kiriye û bi ti awayî zextekî evqas dijwar nedîtiye û bang li gel kir ku xwedî li vîna xwe derkeve.

Partıya Çep a Keskan ji rejîma ‘yek mêriyê’ ji bo referandûma pêk were bi sernivîsa “ Êdî bes e; Gotin, Raye, Biryar a Gel e” dest bi kampanyayê kir.

Starta kampanyayê li Otela Hîll a li Taksîmê bi lidarxistina civînekê hate ragihandin. Di civînê de berdevkên partiyê, endamên rêxistinên navçeyê, hunermend Denîz Turkalî, Nivîskar Oya Baydemîr, hunermed Zeynep Tanbay, Perlemterê berê Ûfûk Ûras, Heşaredara berê yê HDP’ê Ayşe Erdem û gekek kes amade bûn.

‘EM LI DIJÎ VÊ GUHERTINA KU HER KESÊ TINE DIHESIBÎNENIN’

Ji aliyê Hevberdevaka Partiya Çep a Keskan Eylem Tuncaellî metna çapmeniyê hate xwendin. Di metenê de ev tişt hate gotin: “Em vê guhertina beşên cuda yên civakê tine dihesibînin, hemû bingehên jiyanê mehkûmî yek kesî dike qebûl nakin. Em vê distûra bingehîn ku mafê jinan, ciwanan, kedkaran, kemendaman, LGBTI’yan, nasnameyên cuda, komên baweriyan, hemû cudahiyên ku paşguh dike û jiyana wan naxîne bin gerantiyê qebûl nakin û îtiraz dikin.”

BAYDAR: MIN DARBEYEK BI VÎ AWAYÎ NEDÎTIYE!

Oya Baydar jî Rewşa Awarte û BHQ’ê nirxand, diyar kir ku di demê xwede şahidî ji 3 darbeyan re kiriye û darbeyekî evqasî tûj û dijwar nedîtiye.Baydar wiha got: “NA’ya her kesê ji bo wî baş e, lê bi bi hev re bibe, hinek zorî bidinê wê hê baştir bibe. Di vê wateyê de divê di referandûmê de bibin yek. Di mercên Rewşa Awarte de rewş felakete. Li hundir gelek kes hene. Em mercên heyî dizanin. Divê çi bê kirin ev wê baxivin.

TURKALÎ: JI DERVEYÎ ‘NA’YÊ TI RÊYÊN DIN NÎNE

Denîz Turkalî jî wiha got: “Dema ‘NA’ derket, divê em vê bifikrin. Bi rastî jî em dikevin demkî ku em jêre amadebin. Ji derveyî gotina ‘NA’ ti rê û rêbazên em ên din nîne. Piştî derketina ‘NA’ yan jî ‘ER Ê’ em çiqas amadene, divê me vê baxivin. Îfadeya ‘Li ser xêrêbe’ bikar anî.

Di dawiya civînê de hate diyarkirin ku divê xebat bên zêdekirin û kesên bê biryar razî bikin ku dengê ‘NA’ bikar bînin.