Partiya Çep a Fransayê girtina Tûncel şermezar kir

Ji pêkhateyên herî girîng ên Front de Gaûche (Eniya Çep) Partiya Çep (PG) a Fransayê daxuyaniyek weşand û girtina Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel şermezar kir.

Daxuyanî bi îmzeya Serketerê Partiya Çep ê ji Têkiliyên Navneteweyî Berpirsyar Djordje Kûzmanovîc hate weşandin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ew gelekî pê êşiyan e ku piştî parlamenterên HDP'ê, Tûncel jî hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Tûncel parêzvaneke mafên mirovan e, ku li nava gelek saziyên navneteweyî xebitiye û hat bibîr xistin, ku Tûncel herî dawî di sala 2015'an de tevlî Dibistana Havînê ya Partiya Çep bûye. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Tûncel bi vê wesîleyê axaftineke gelekî bi bandor kiribû, ku ji bo avakirina civakeke demokratîk, sosyalîst, pir çandî, laîk, ekolojîk û hurmetdarê mafên jinan, divê têkoşîneke xurt li dijî faşîzmê were meşandin."

Di daxuyaniyê de hat gotin, Partiya Çep piştgiriyê dide 'hevrêyên' Kurd û çepa Tirkiyeyê û bang li Wezareta Karên Devre ya Fransayê hat kirin, ji bo hemû girtiyên bi rengekî neheq hatine girtin, li nava hikûmeta Erdogan bikeve nava liv û tevgerê.