Partiya Azadî ya Mezopotamyayê komkujiya li Dîlokê şermezar kir

Partiya Azadî ya Mezopotamyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û komkujiya li Dîlokê ya ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve bi alîkariya AKP'ê hat kirin, şermezar kir.

Partiya Azadî ya Mezopotamyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û komkujiya li Dîlokê ya ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve bi alîkariya AKP'ê hat kirin, şermezar kir.

Di daxuyaniya li ser navê gelê Asûrî, Suryanî û Keldanî de hat ragihandin, berpirsyarê vê êrîşê hêza kontra ya Qesrê ye, ku di bin kontrola MÎT'ê de ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Vê zîhniyeta qetlîamker bi çalakiya întixarî ya li hemberî ciwanên Sosyalîst li Pirsûsê dest bi kar kir û li Amed, Enqere, herî dawî li Dîlokê bi çalakiya întixarî ya li hemberî dawetê, bi dehan mirov qetil kir û bi dehan birîndar kir. Ev zîhniyeta faşîst, ku hewldana darbeyê ya neserketî ji bo armancên xwe bi kar tîne, ji roja hewldana darbeyê û vir ve, zext, operasyonên siyasî û leşkerî yên li hemberî gelê Kurd, gel û Hêzên demokratîk, bênavber didomîne. Dewleta Tirk a ku ji ragihandina xwerêveberiyê û vir ve li pêşberî PKK'ê di şer de tengav bûye û polîtîkaya xwe ya li hemberî Rojava têk çûye, ji bo tola xwe ji mirovên sivîl ên bêparastin hilîne, ev komkujiya namerdî da kirin! Bi qetilkirina mirovên sivîl ve pirsgirêka Kurd, pirsgirêkên din çareser nabin. Çareserî di çarçoveya demokrasiyê de bi muzakereyên bi PKK'ê re yên di nava mercên wekhev de dikare pêk were.

Gelê Kurd bi tenê nîne. Êşa gelê Kurd êşa gelê me ye, em bi gelê Kurd re ne. Ev komkujî li hemberî gelê Kurd, hemû bindestan, demokrasî û mirovahiyê hatiye kirin.

Banga me li raya giştî ya cîhanê ye; polîtîkayên qetlîamker ên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd, gelan û hêzên demokrasiyê bibîne û li hemberî van polîtîkayan bêdeng nemîne."