Partiya Çepgir a Swedê ji bo HDP’ê bang li hilbijêran kir

Serokê Partiya Çepgir a Swêdê Jonas Sjösted diyar kir ku li Tirkiyeyê hêza ku Erdogan rawestîne HDP ye û banga çûyîna ser sindoq û dengdayîna ji bo HDP’ê li hilbijêran kir.

Sjöstedt li ser hesabê xwe yê tevna civakî daxuyanî da û wiha got; “Erdogan demokrasî ji holê rakiriye. Dixwaze medyayê bêdeng bike, nûnerên partiyên siyasî xist girtîgehan û li dijî gelê Kurd û gelên din ên kêmnetew zextan dike”.

Sjöstedt wiha domand; “Tenê hêza ku dikare li dijî van hemû bûyeran derbikeve HDP ye. Ger HDP di hilbijartinan de serketî derbikeve wê pêşeroja Tirkiyeyê hê ronîtir bibe. Ji bo hemû mirovên ku koka wan a etîk û baweriya wan çi dibe bila bibe ji bo demokrasiyek rast bê avakirin şert û merc hene”.

Sjöstedt got, Partiya Çepgir ji bo berdana HDP’yiyên di girtîgehan de têdikoşe û wiha got; “Em dixwazin hemû welatiyên Tirk yên xwedî mafê dengdayînê heye biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP’ê”. Partiya Çepgir ji bo HDP’ê banga piştgirîdayînê kir.