Partiya Çepgir a Fransayê piştgirî da grevên birçîbûnê
Partiya Çepgir a Fransayê derbarê tecrîda li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê daxuyanî da.
Partiya Çepgir a Fransayê derbarê tecrîda li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê daxuyanî da.
Partiya Çepgir daxuyaniyeke nivîskî weşand û di daxuyaniyê de diyar kir ku Ocalan rêberê tevgera azadiyê ya Kurdan e û a niha di bin tecrîdê de ye.
Partiya Çepgir bal kişand ser pêvajoya muzakereyan a di sala 2015’an de û diyar kir ku hikumetê ev pêvajo bi dawî kir û li hemberî gelê Kurd şer daye destpêkirin.
Partiya Çepgir got ku, “Du sal in agahî ji Ocalan nayê stendin û li hemberî vî tiştî saziyên li Tirkiye û Ewrûpa û Kurdistanê banga greva birçîbûnê dikin.
Partiya Çepgir bal kişand ser vî tiştî ku parlementera HDP’ê Leyla Guven mehek e di greva birçîbûnê de ye û got ku, “10 hezar girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê bersiv dane vê bangê.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, “Partiya Çepgir piştgiriyê dide têkoşîna azadiya Abdullah Ocalan û divê PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst were derxistin.”
Partiya Çepgir diyar kir ku serbestberdana Ocalan ji bo demokrasî, gelên Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê wê çareseriyeke siyasî ya rastîn bide destpêkirin.