Partiya Çep a Swêdê çalakgerên greva birçîbûnê pîroz kir

Partiya Çep a Swêdê berxwedêrên greva birçîbûnê pîroz kir yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiyê kiribûn.

Şaxa Ûppsala ya Partiya Çep ji ber qedandina grevên birçîbûnê daxuyanike çapemeniyê ya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Demokrasî û têkoşîna mafên mirovan bi ser ketiye.”

Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku bi rêya parêzerên xwe dabû, çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê çalakiyên xwe bi dawî kiribûn. Partiya Çep diyar kir ku di dema çalakiyên greva birçîbûnê de ew bi çalakgeran re bûn.

Daxuyanî ji aliyê Serokê Şaxa Ûppsalayê û Berpirsa Têkiliyên Navneteweyî Yekbûn Alp hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Em ê her dem bi têkoşîna Kurdan a ji bo mafên mirovan û demokrasiyê bin. Têkoşîna we, ya me ye jî.”

Partiya Çep a Swêdê bi destpêkirina çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê ya di 8’ê Mijdara 2018’an de alîkarî û piştgirî dabû çalakiyê. Parlementer û rêveberên Partiya Çep gelek caran hatibûn serdana çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê û peyamên piştgiriyê dabûn.

Parlementera Partiya Çep Danîel Rîazat ji bo piştgiriya çalakgeran 3 rojan ketibû greva birçîbûnê.

Parlementerên Partiya Çep Amîneh Kakabavev û Berdevkê Polîtîkaya Derve Hokan Svennelîg jî li Parlementoya Swêdê grevên birçîbûnê anîbûn rojevê û ji Wezîra Karê Derce Margot Wallstrom xwestibûn ku ji bo tecrîd were rakirin bila têkeve nav hewldanan.