Di 8’ê Adarê de li bajarê Neussê yê Elmanyayê, polîsên Elmanyayê girtibûn ser Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Multimediayê. Eyaleta Vestfalyaya Rena Bakur (NRW) a Partiya Çep bi daxuyaniyeke nivîskî ev serdegirtin şermezar kir.
Di daxuyaniyê de gotinên berdevka eyaleta NRW’ê Özlem Alev Demir cih girt. Demirel diyar kir ku ne tesaduf e ku ev serdegirtin di serdana Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlüt Çavuşoğlu pêk hatiye. Demirel bal bir ser vî tiştî ku berê jî di dema serdanên bi vî rengî de, sazî û dezgehên Kurdan bûne hedef.
‘WEKÎ ÊRÎŞA LI EFRÎNÊ EV JÎ DERVEYÎ HIQÛQÊ YE’
Di daxuyaniyê de berdevka eyaleteke din a NRW’ê Christian Leyen jî cih kir. Leyenê got ku, “Çawa ku êrîşên Tirkiyeyê ne hiqûqî ye, krîmînalîzekirina pirtûk û CD’yan jî ne hiqûqî ye. Em li ser navê teşkîlata NRW’ê ya Partiye Çep vê serdegirtinê şermezar dikin û em dibêjin divê ev pirtûk û CD teslîmî weşanxaneyê were kirin.”