Li bajarê Sydney a Ewusturalya yê DKTF û KNK’ê bi Partiya Keskan a Eyaleta NSW’ê Jamîe Parker re bi telefonê civînek lidar xist.
Di hevdîtinê de, li ser êrîşên dagirkirin û qirkirinê yên li ser Mexmûr, Şengal û HDP’ê dosya hate pêşkêşkirin.
‘DIJÎ DEMOKRASÎ Û HIQUQÊ’
Parlementer Parker, bal kişand li ser xespkirina qeyûman û bertek nîşanî binpêkirina mafê hilbijartî-hilbijartinên gel da û got: “Li dijî mafê mirovan û demokrasiyê ye.”
Parker ê diyar kir ku 6 milyon dengên HDP’ê hene û wiha pêde çû: “Pêwîste tavilê hikûmeta Tirkiye dawî li vê bê mafiya xwe û vê siyaseta krîmînalîzekirinê bîne.” her wiha destnîşan kir ku wê piştgiriyê bi HDP’ê re bikin.
‘ÊRÎŞÊN LI DIJÎ MEXMÛR Û AXÊN PÎROZ NAYÊ PEJIRANDIN’
Partiya Keskan Jamîe Perker, bal kişand li ser êrîşên dagirkeran û got: “Êrîşên li dijî Wargeha Penaberan a Mexmûrê û axên piroz yên Êzîdiyan nayê pejirandin. Gel ev der bi berxwedaniya li dijî qetlîamên DAÎŞ’ê bi destxistiye. Pêwîste her kesê berpirsyar li dijî van êrîşan raweste.”