Parlementoya Kantona Baselê: Em ji bo Efrînê hewl bidin

Parlementoya Kantona Baselê ya Swîsreyê bal kişand ser vî tiştî ku dewleta Tirk li Efrînê sivîlan qetil dike û bang li Swîsre û hêzên navneteweyî kir ku bila têkevin nav hewldanan.

Nerazîbûnên li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê roj bi roj zêdetir dibe. Parlementoya Kantona Baselê ya Swîsreyê dagirkeriya li ser Efrînê xist rojeva xwe. Bi îmzeya gelek parlementerên ji partiyên cihê, ji bo balkişandina ser dagirkeriya li Efrînê û ji bo ku Konseya Federal a Swîsreyê û hêzên navneteweyî têkevin nav hewldanan pêşniyazname pêşkêşî Parlementoya Kantonê hate kirin. Ev pêşniyazname ji aliyê parlementeran ve hate qebûlkirin.

Pêşniyazname bi tevlêbûna 88 parlementerên kantonê bi 72 dengên ‘erê’ hate qebûlkirin. Di dengdanê de 11 dengên ‘Na’ û 5 dengên ‘dudil’ hate dayîn.

‘HIQÛQA NAVNETEWEYÎ TÊ BINPÊKIRIN’

Li gorî pêşniyaznameyê Parlementoya Kantonê ji Konseya Federal dixwaze ku bila li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Efrînê têkeve nav hewldananû di qada navneteweyî de hin gavan biavêje.

Di pêşniyaznameyê de hate diyarkirin ku divê Swîsre ya ku Peymana Cenevreyê qebûl kiriye têkildarî dagirkeriya li Efrînê bêdeng nemîne û hate bibîrxistin ku Tirkiyeyê hiqûqa navneteweyî bin pê kiriye û axa welatekî din dagir kiriye.

‘DEWLETA TIRK SIVÎL QETIL KIR’

Di pêşniyaznameyê de ev tişt jî hatin diyarkirin: “Dewleta Tirk tevî komê cîhadîst di 20’ê Çileyê de dest bi dagirkirina Efrînê kir. Dewleta Tirk bi dagirkirina Efrînê re dixwaze hemû herêma Kurdan a li Sûriyeyê bi dest bixe û kontrol bike. Di bomberdûman de bi sedan sivîl hatin qetilkirin û bi sed hezaran kesên sivîl ji neçarî ji herêmên şer koç kirin. Li gorî daneyên saziyên mafên mirovan a ku di meha Adarê de eşkere kiribû, nêzî 300 sivîl hatine qetilkirin û ji 250 hezarî zêdetir sivîlan jî koç kirine.”

‘ERDOGAN BOMBEYAN DIAVÊJE KURDAN’

Di pêşniyaznameyê de têkoşîna Kurdan a li hemberî DAÎŞ’ê tê bibîrxistin û ev tişt tê diyarkirin, “Kurdên li Sûriyeyê him li herêmên xwe û him jî li herêmên din têdikoşin û DAÎŞ têk birin. Serfiraziya Kurdan a li hemberî DAÎŞ’ê ji aliyê hemû cîhanê ve hate silavkirin. Erdogan jî îro bombeyan diavêje ser Kurdan. Em nikarin li hemberî vî tiştî bêdeng bin. Bi pêşengiya Kurdan li Bakurê Sûriyeyê pergaleke demokratîk tê ava kirin.Vê pergala demokratîk ji bo dahatûya herêmê hêviyeke mezin e. Erdogan dixwaze hebûna vê pergalê tune bike.”

‘DIVÊ SWÎSRE Û HÊZÊN NAVNETEWEYÎ TÊKEVIN NAV HEWLDANAN’

Di pêşniyaznameyê de tê diyarkirin ku ‘Civaka navneteweyî û Swîsre divê li hemberî vê dagirkeriyê çavê xwe negirin. Dewleta Tirk, Efrîn di serî de hiqûqa navneteweyî ya li Bakurê Sûriyeyê bin pê dike. Divê Swîsre li hemberî vî tiştî bêdeng nemîne. Divê Yekîtiya Ewrûpayê û Neteweyên Yekbûyî li hemberî vê dagirkeriyê bêdeng nemînin. Divê Swîsre û ez hêzên navneteweyî li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê têkevin nav hewldanan û divê alîkariya mirovî bigihînin van kesên ku ji warên xwe koç kirine.”