Parlementerên HDP’ê: Divê tecrîd were bidawîkirin

Parlementerên HDP’ê Ayşe Acar Başaran û Berdan Ozturk diyar kir ku li girtiyên di greva birçîbûnê de ne, zext tên kirin. Parlementeran diyar kirin ku tekane rê ev e ku tecrîda li Îmraliyê divê were bidawîkirin.

Berdevkên Înîsîyatîfa Azadî li Hemberî Tecrîdê parlementerên HDP’ê Ayşe Acar Başaran û Berdan Ozturk bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ew zextên li ser girtiyên di greva birçîbûnê de qebûl nakin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çalakiya Leyla Guven ketiye roja 77’an û li girtîgehan bi sedan girtî û li derveyî welat jî bi dehan siyasetmedaran jî tevlî çalakiyê bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Li Hewlêrê endamê HDP’ê Nasir Yagiz 64 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye û tendirustiya wî hatiye asta krîtîk. Di heman demê de li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê Nevîn Gokçe di 5’ê Çileya 2019’an dest bi greva birçîbûnê kiriye lê di roja 10’an de rêveberiya girtîgehê av, şekir û vîtamîna B nedaye wê. Li Girtîgeha Edîrneyê de jî girtiyên ku ketine greva birçîbûnê nikarin vîtamîna B bi dest bixin. Ligel ku ji bo vîtamîna B’yê were dayîn di warê zagonî de tu astengî tune, lê rêveberiyên girtîgehan vîtamînan nade girtiyan.”

Di dûmahîka daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “Tekane rêya bicihanîna çalakgerên greva birçîbûnê ev e ku divê tecrîda dermirovahiyê ya li Girtîgeha Îmraliyê were bidawîkirin. Di heman demê de divê mafê bidestxistina vîtamînan a li girtîgehan jî were parastin. Em bang li rayedaran dikin ku divê van pêkanînên derhiqûqî ji holê rakin û divê raya giştî bihistyar be.”