Parlementerekî berê yê AKP’ê yê din jî îstifa kir

Parlementerê berê yê AKP’ê yê Amedê Elî Îhsan Merdanoglû ji partiya xwe îstifa kir.

Parlementerê AKP’ê yê dema 22 û 23’ê yê Amedê Elî Îhsan Merdanoglû ji partiya xwe îstifa kir.

Hate ragihandin ku Merdanoglû bi Elî Babacan ê amadekariyên avakirina partiya nû dike re civiyaye.

Serokê berê yê AKP’ê yê Amedê Aydin Altaç, Parlementerê Amedê Cûma Îçten û Parlementerê AKP’ê yê dema 23’an Abdurrehman Kurd jî îstifa kiribû.