Îsmaîl Hakki Mûsa 5’ê Çile dema ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hatî Qesra Elysêeyê li cem Erdogan bû. Kesê ku di nav MÎT’ê de yê li herî pêş bû jî bi Erdogan re bû.
TIR’ên MÎT’ê bi rayeya Hakan Fîdan, Misteşarê MÎT’ê çek ji çeteyan re dibir. 2014’an dema ku sewqiyeta çekan, dîmenên wan hatin weşandin, ên ku li ser vê mijarê sekinînin an hatin girtin, an hatin sirgûnkirin an jî tasfiyekirin.
Qenala televizyonê ya Franca 2, 29’ê Adarê derbarê TIR’ên MÎT’ê bernameyeke taybet weşand. Lêkolîna li ser mijarê nûçegihanê lêkolîner Laurent Rîchard kir. Di nav çarçoweya lêkolînê de bi berpirsê berê yê MÎT’ê sefîr Îsmaîl Hakki Mûsa re jî hevdîtinek hatibû kirin.
TIR’ÊN MÎT’Ê, BÛYERA REHÎNEYÊ YA LI MÛSILÊ, TIRBA ŞAH ÎSMAÎL
Hevpeyvîn li malpera Slate.fr weşiya. Di vê nûçeyê de pratîkên berê yên Mûsa hatin destnîşankirin û hate gotin, ‘’sefîrê ku haya wî ji her tiştî heyî’’. Mûsa beriya ku bibe sefîr, di nav MÎT’ê de navê wî di rêya duyemîn de bû. Dawiya salên 1980’î ji bo ku li zanîngeha Fransayê bixwîne ew şandin Fransa. Piştre bi peywirên cuda rabû. 2012’an bû alîkarê misteşarê MÎT’ê. Dema ku Misteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan ji bo ku di hilbijartinan de bibe namzet îstîfa kirî, 10’ê Sibata 2015’an hate ser wekaleta Misteşariya MÎT’ê. Mûsa, yê ku ev peywira xwe heta bi 10’ê Adara 2015’an domandî, ji 11’ê Mijdara 2016’an ve Misteşariya MÎT’ê dike.
Demên ku Mûsa berpirsyariya MÎT’ê kir û dema ku li Parîsê bûyî sefîr, ew dem in ku sûcên giran ên MÎT’ê dibin.
Piştî sewkiyata çekan a MÎT’ê bi çend mehan li Konsolosxaneya Mûsilê bi DAÎŞ’ê re yê ku bazar kirî Mûsa bû. Li gorî daxuyaniya fermî li konsolosxaneyê DAÎŞ’ê 40 Tirk rehin kiribûn û ev bi operasyoneke ‘’serkeftî’’ ya dewleta Tirk hatin berdan. Lê gelek belge û şahidiyên ku piştre derketin holê nîşan dide ku li Mûsilê bi DAÎŞ’ê re bazar hatiye kirin. Dema ku DAÎŞ’ê Mûsil dagir kirî çareseriya vê bûyerê dane Mûsa. Destpêka 2014’an dema ku bi îdîaya ku gefa DAÎŞ’ê li ser Tirba Silêman Şah heye û Tirb hate veguhaztin Mûsa zilamê di rêza duyan a MÎT’ê de bû.
XEBATÊN SÎXÛRIYÊ
Mûsa beriya hewldana darbeya Tîrmeha 2016’an bi çar mehan hate Parîsê û bû sefîr. Dema ku Mûsa bûyî sefîr rêxistina îstîxbarî ya dewleta Tirk a li mizgefan û gela qadan xurt dibe. 2017’an serwîsên îstîxbarî yên Elman, melayên bi ser Diyaneta Tirk ve bi sîxûriyê tawanbar kiribûn û şeş mela şandibûn Tirkiyê. Mekanîzmayên sîxûriyê yên bi heman rengî li Belçîka, Hollanda û Swîsre jî derketibûn holê. Li gorî çapameniya Fransiz bi rêya baskên xwecih ên Diyanetê heman xebat li Fransayê jî hatin kirin.
Sefîrê nû, di roportajê de dibêje,wî ‘ferman daye ku her kes karê xwe bike’’. Bi gotineke dî, pergala sîxûriyê ya berê dîsa hatiye sazkarkirin.
ŞOPA KOMKUJIYA LI PARÎSÊ
Yek ji dosyaya sereke ku berpirsê berê yê MÎT’ê têkildar dike jî dosyaya komkujiya Parîsê yee. 9’ê Çile ya 2013’an li navenda Parîsê yek ji berpirsê PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûner KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û nûnera tevgera ciwanan a Kurd Leyla Şaylamez her yekê bi sê guleyên ku di serê wan de hatin teqandin hatin kuştin. Di roportajê de ya ku di malpera Slate.fr de hatî weşandin ev doz tê destnîşankirin. Ji ber ku, di lêpirsînê de, ya li ser gumanbarê kujer Omer Guney, bi belgeyan derketibû holê ku bi fermana berpirsên MÎT’ê ev komkujî pêk hatiye. Omer Guney dema ku plan dikir ku ji girtîgehê bireve, dema ku bi muxatabê xwe re bi şîfre diaxivî, berê wî dabûne MÎT’ê. Plana revê ya ku xêz kiribû jî xwestibû ku bigihe ber destê MÎT’ê.
LI SER KOMKUJIYA PARÎSÊ ŞOPÊN ÎSMAÎL HAKKI MÛSA
Di nûçeya medyaya Fransiz de her çendî cih nedabin vê jî, çi tesadûfeke ku dema Mûsa dibe alîkarê misteşarê MÎT’ê li Parîsê ev komkujî dibe. Mûsa piştî ku 1’ê Mijdara 2011’an-15’ê Cotmeha 2012’an bi peywira sefîrtiyê ya Brûkselê radibe, piştre dibe alîkarê Misteşarê MÎT’ê. Mûsa dema ku li Brûkselê bû, Omer Guney di nav tora sîxûriyê ya Fransa, Elmanya û Belçîka de diçû û dihat. Di vê navberê de gelek caran bi dizî çûye Tirkiyê, bi rayedarên MÎT’ê re planên suîkastê kiriye û ferman dane. Omer Guney ji Elmanya diçe Parîsê, 18’ê Mijdara 2011’an qeyda xwe li komeleya Kurd çêdike û hewl dide ku têkev nav.
BELGEYE BI NÎŞEYA ‘VEŞARTÎ’
Cotmeha 2012’an dema ku diçe Tirkiyê bi rayedarên MÎT’ê re rûdine û planên suîkastê yek bi yek dikin. 2014’an, Çile planên MÎT’ê bi tomarên deng deşifre dibe. Belgeya bi nîşeya ‘veşartî’ya ku Omer Guney talimata suîkasta Sakîne Cansiz distîne, 18’ê Mijdara 2012 e. Ev dem jî tê ser wê dema ku Mûsa dibe alîkarê misteşarê MÎT’ê.
Di ropartajê dema ku ev komkujî tê bibîrxistin Hakki Mûsa peyv bi peyv gotinên fermî dubare dike: ‘’Dibe ku di nav PKK’ê de hesabpirsîneke navxwe be. Di serî de Gulenî, gelek mirov hebûn ku li dijî pêvajoya aştiyê ya bi Kurdan re bûn.’’
Ev argumana pêşî ya ku Mûsa dayî pêş, piştî koomkujiyê ji hêla rayedarên hikûmeta Tirk ve hatibû gotin, lê hê di çend saetên pêşî de derkete holê ku ev cinayeteke siyasî ye. Argûmana dî jî, piştî ku Erdogan li dijî hevkarê xwe yê berê Gulen şer ragihandî, hatibû gotin. Ev argüman mirov qanih nakin, hemû geşedanên piştî wê hatine jiyîn jî, destnîşan dikirin ku komkujî bi organizasyona dewleta Tirk pêk hatiye. Di îddînameyê de jî cara pêşî dozgeriyê zen bire ser serwîsên veşartî yên dewletê Parêzerê malbatên Kurd ku Adarê ji ANF’ê re axivî, Antoîne Comte wiha gotibû, ‘’Di vê dozê de ya cuda ew e ku, ji van sûcan, di dîroka welêt de cara pêşî ye ku dewleteke biryan berpirs tê dîtin. Dadmendiya Fransayê, li dijî faîlên li pişt van sûcan helwest nîşan da.’’
MIRINA BI GUMAN A GUNEY Û DÎROKA BALKÊŞ
Dema ku Mûsa bûyî sefîrê Parîsê derbarê vê dozê geşedaneke balkêş rû da. Piştî ku bû sefîr bi mehekê, Guney, 17’ê Kanûna 2016’an mir an jî jhate kuştin. Bi mirina Guney doz bi fermî ket.
Lê malbatên kuştiyan qebûl nekirin ku doz wiha bi dawî bibe, 2017’an careke dî gilih kirin û bi vê çarçoweyê pêş lêkolînek hate kirin. 12’ê Adara 2018’an ji bo diyarkirina hevkarên Guney û plangerên komkujiyê werin darizandin bi belgeyên nû gilih hate kirin. Careke dî belge hatibûn dayin, ku toreke berfireh a sîxûriyê û planên suîkastê di nav xwe ve vedihewînin.
LI XETA ELMANYA-BELÇÎKA-FRANSA TÎMÊN SUÎKASTÊ
Comte ji ANF’ê re axivî û got, ‘’Li Elmanya li ser xebatên sîxûriyê yên Tirk lêpirsîn heye. Belçîka jî ji ber êrîşên bi potansiyel ên bi ser Kurdan de lêpirsîn hene. Tiştên ku li Belçîka hatine jiyîn û yên li Fransayê bi hev re girêdaneke wan heye.’’
Comte 15-16’ê Adarê li Dadgeha Gel a Mayinde axivî û got, ‘’Piştî mirina gumanbarê kujer, doz nehate girtin’ û domand, ‘’Ji ber ku nehate darizandin, kê alîkarî da, kê finanse kir, kê agahî da’’?
KÊ ALÎKARÎ DA GUNEY?
Dema ku pirsa ‘kê alîkarî da, kê finanse kir?’’ pêşî navê Îsmaîl Hakki Mûsa tê bîra mirov. Di nûçeya Slate.fr de Antoîne Comte ji ber ku Fransa ‘’destûrê dide berpirsekî MÎT’ê ku ji sûcan berpirs tê dîtin, bibe sefîr’ helwest nîşan da.
TETÎKKÊŞÊN LI PARÎSÊ HATIN CEM HEV, KÊ KOORDÎNE KIR?
Dema ku Mûsa sefîr bû hin bûyerên din jî yên biguman çêbûn. 15’ê Adara 2018’an li Le Mondeyê nûçeyek hebû ku dihate gotin, dadmendiya Ewropa ji tetîkkêşên ku ji bo Kurdan bikujin hatine şandin, pir bi fikar e.
Di vê nûçeyê de, ku bi îmzeya Jacques Follorou hatibû weşandin, tê gotin par li Parîsê yek jê polîsê berê û yek jê tetîkkêş, di navbera gelek sîxûrên Tirk de hevdîtin çêbûne. Li gorî nûçeyê, daraza Belçîka gumanê jê dibe ku rola koordînasyonê ya van xebatan ji Parîsê, ji hêla dîplomatekî payebilind ê Tirk ve tê bicihanîn. Di nûçeyê de ti nav nayê dayin. Lê îşaret dîsa Îsmaîl Hakki Mûsa destnîşan dikin.