Parlementerê Elman Jelpke: Bila Salmal Sako bê berdan

Parlementerê Elman Jelpke: Bila Salmal Sako bê berdan

Endamê Meclisa Federal Ulla Jelpke xwest ku siyasetmedarê kurd Şalmal Sako ku roja pêşîn li bajarê Nurnberg’ê li ser daxwaza Fransayê hatî binçav kirin bê berdan. Partiya Çepgir Jelpke ji hikûmeta federal bangewaziya “li şûna êriş û girtinên ku li ser kurdan piştgirî bide pêvajoya çareserî û aştiyê” kir.

Endamê Mala Gel a Medya ku li bajarê Nurnberg’ê yê Elmanyayê ye Şalmal Sako ku roja pêşîn di derketina komeleyê de bi operasyonekî ku polîsan pêk anî de hate binçav kirin. Parlementerê Elman Ulla Jelpke piştgirî da xwepêşandanên ku duh Kurdistaniyan ji bo berdana Sakon li Nurnberg’ê pêk anîn kir.

Jelpke ku diyar kir Sako li ser daxaza Fransa hatiye binçavkirin û niha jî li bere ku bê radestî Fransa kirin ku li girtîgeha dersînorkirinê tê ragirtin û wiha got: “Bi binçavkirina Sako bi rastî hatina 20. salvegera qedexeya PKK’ê li Elmanya bi wateye. Di xwepêşandanên ku di 16’ê Mijdarê li Berlînê hatin kirin de û bi hezaran kes tevlî bûyî daxwaza rabûna qedexweyê kirin.”

Di daxuyaniya xwe ya nivîskî de Partiya Çepgir Jelpke ku bal kişande ser êrişên Elmanya û Fransa li ser aktivîstên Kurd û ev bangewazî li herû welatan kir:

“Di salên dawî de li Fransa gelek siyasedmedarên kurdên ku li xweribîyê tên girtin û di heman demê de di 9’ê Çileya 2013’an de ku di bin çavnêriya polîsan de li Buroya Kurdistan Information a Parîsê sê jinên siyasedmedar ên kurd Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetil kirin. Hîna lêpirsînên ku di derbarê komkujiyê de berdewam dikin de Fransa li pey biryara navnetwî a girtina xebatkarên kurd deye.

Ez dixwazim ku Sako yê ku ji aliyê saziya ewlehiyê a Elman ku li Nurnberg’ê hatî binçav kirin bê berdan û neyê radestî Fransa kirin. Hikûmeta Elman ku di asta derbazkirina sînorê de aligirên tevgera azadiya Kurd bila dest ji polîtîkayên xwe yên tundiya li ser siyasedmedarên Kurd berde. Gavekî wiha wê bangorekî erênî li ser pêvajoya aştiyê a ku di navbera hikûmeta Tirk û PKK’ê de heye bike.”