Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Kantonên Rojava nas kir
Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Kantonên Rojava nas kir
Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Kantonên Rojava nas kir
Parlamentoya Herêmê ya Başûrê Kurdistanê piştî 13 saet guftûgoyan, Kantonên Rojava Kurdistanê nas kir û daxwaz ji hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê kir ku bi awayekî fermî bi wan re bixebite.
Li gor nûçeya Rojnews teksta biryara parlamentoya Herêma Kurdistanê bi vî awayî ye:
1-Parlamentoya Kurdistanê di her awayekî xwerêveberinê de piştgiriya vîna gelê Rojavayê Kurdistanê dike û pêwîst e hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê bi fermî xebatan li gel bike.
2-Pêwîst e hikûmet li gor karînên xwe alîkariya darayî hevkariya Rojava bike.
3-Aliyên peywendîdar vê biryarê bînin cih.
4-Kar bi ti tekst û biryarekê nayê kirin ku berevajî vê biryarê be.
5-Ev biryar piştî ku di ragihandina fermî ya parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê de hat belavkirin, wê bikeve pratîkê û kar bi wan re were kirin.